'Ji bo hemû girtî bên berdan divê hemû kes seferber bibin' 2020-03-23 09:53:35 AMED -  MED TUHAD-FED'ê ji ber talûke û rîska şewba vîrûsa korona ya li ser girtiyan, bang li hemû rêxistinên civakî, partiyên siyasî û hêzên navneteweyî kir ku li hemberî rewşa girtiyan hestiyar tev bigerin û ji bo hemû girtî serbest bên berdan seferber bibin. Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî ya Girtiyan a MED (MED TUFAD-FED)  têkildarî talûkeya vîrûsa korona ya li ser girtiyan, zext û astengiyên li dijî girtiyan daxuyaniyek nivîskî weşandin û bang li hemû rêxistinên mafên mirovan, partiyên siyasî û hiqûqnasan kir ku bi hestiyar tev bigerin û bi lezgînê divê girtî serbest bên berdan. MED TUHAD-FED'ê bal kişand ser pêvajoya vîrûsa korona ku çawa li Çînê derket holê û li cîhanê belav bû û wiha got: "Li gel ku talûkeya vê vîrûsê tê zanin jî li gorî hat xwestin tedbîr nehatin girtin û îro li dijî girtiyan rîsk û gefek mezin e."    MED TUHAD-FED'ê, di dewam daxuyaniya xwe de wiha got: "Li gel ku di 11'ê Adarê de vîrûs li Tirkiyeyê hat dîtin û niha 30 kesan ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest daye û 1256 kes jî bi şewba vîrûsê ketine lê bi qasî talûkeya belav dike tedbir nayên girtin. Ev yek ji bo girtiyan rîskek gelek mezin e. Saziya me û endamen OHD'ê piştî şewb belav bû li zêdeyî 30 girtigehan geriyan û di ve ziyaretê de rastî gelek astengî, binpêkirin û neheqiyan hatin."   'TENDURISTIYA GORTIYAN DIXIN RÎSKÊ'   MED TUHAD-FED'ê bal kişand ser astengiyên li dijî parêzer û girtiyan û wiha lê zêde kir: "Parezer di ziyaretên girtigehan de rastî astengiyên dijzagonî, dijhiquqî û keyfî hatin. Dîsa rastî muameleyên ne li gorî kural û qaideyan hatin. Di ziyaretan de hem mafê girtiyan û hem jî mafê parêzeran bi rengên cur be cûr hatin binpêkirin. Parêzeran di ziyaretan de dît ku li girtîgehan tedbîrên li dijî vîrûsê nayên girtin û daxwazên girtiyan li ber çavan nayên girtin. Dema ku daxwazên girtiyan pêk tînin jî li gorî xwe pêk tînin. Nayê paqij kirin û li dijî vîrûsan parastinek nayêkirin. Dema gardiyan diçin odeyan lêgerîn dikin jî ji dervê kuralên tenduristiyê tev digerin û tenduristiya girtiyan dixin bin rîskê. Her çend li hin girtîgehan hin tedbir hatibin girtin jî li gorî rastî û talûkeya vê şewbê li gorî kural, qaîde, peyman û hişyariyen sazî û rêxistinên navneteweyî, mafe mirovan û saziyên hiqûqê nehatiye kirin."   BANGA HESTIYARÊ KIR   MED TUHAD-FED'ê heri dawî bang li hemû rêxistinên saziyên civakÎ yên neteweyî û navneteweyî kir û xwest li dijî talûke û rîska vîrûsê ya li ser girtiyan bi hestiyar tev bigerin û zorê li hikûmet û dewletê bikin ku dawî li zext, tundî û binpêkirina mafan a li girtîgehan bîn in û demek berî demekê hemû girtiyan serbest berdin.