OHD û MED TUHAD-FED: Maske, lepik û dezenfekteyê nadin girtiyan 2020-03-23 10:36:37   AMED - MED TUHAD-FED û OHD’ê têkildarî 12 girtîgehên li herêmê rapor amade kirin û diyar kirin ku maske û dezenfektan nadin girtiyan û xwestin yasaya infaza nû ji bo hemû girtî û hikumxwaran jî bê sepandin.    Parêzerên Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED) û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) li ser belavbûna vîrûsa koronayê 12 girtîgehên li bajarên herêmê ziyaret kirin. Parêzeran li Amed, Dîlok, Xarpêt, Wan, Agirî û Erziromê 12 girtîgehan serdan kirin û derbarê kêmasiyên li vir raporek amade kirin.    Rapor derbarê Girtîgeha Jinan a Xarpêtê, Girtîgehên Jimara 1’an û 2’yan ên Xarpêtê, Girtîgeha Jinan a Xarpêtê, Girtîgeha Tîpa D a Amedê, Girtîgeha Tîpa T a Wanêi Girtîgeha Ewlehiya Bilind, Girtîgeha Tîpa F a Wanê, Girtîgehên Tîpa H û L ên Dîlokê, Girtîgeha Tîpa T a Oltuya Erziromê û Girtîgeha Tîpa L a Panosê hatiye amadekirin.    Di rapora MED TUHAD-FED û OHD’ê hat destnîşankirin ku li dijî vîrûsa koronayê li girtîgehan tevdîr ji bo girtiyan nehatine girtin û di warê paqjiyê de tu tiştek pêk nehatiye. Di raporê de hat gotin lepik, maske û dezenfektan nadin girtiyan û cara duyem dema girtî telefonî malbatê xwe dikin pere ji wan tê xwestin. Di raporê de hat diyarkirin ku rêgezên ji bo vîrûsa koronayê hatine eşkerekirin tên piştguhkirin û li girtîgehan her çiqas kontrola tenduristiyê hatibe kirin jî lê kêm maye.    Her wiha di raporê de bang li rayedaran tê kirin û ji wan tê xwestin ku yasaya infaza nû ji bo hemû girtî û hikumxwaran jî bê sepandin û girtî werin berdan.