Qeyûm tayînî şaredariyên HDP'ê hatin kirin, hevşaredar hatin binçavkirin 2020-03-23 11:05:49 ÊLIH AMED - Hevşaredarên HDP'ê yên Êlih, Farqîn, Lîcê, Erxenî û Gêlê ji peywirê hatin girtin û qeyûm tayînî cihê wan hatin kirin. Polîsan bi ser malên hevşaredaran de girtin û binçav kirin.  Wezareta Karê Hûndir qeyûm tayînî Şardarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Êlih û navçeyên Farqîn, Lîcê, Erxenî û Gêlê yên Amedê kirin. Polîsan di saetên serê sibê de avahiyên şaredariyê kirin dorpêçê, cadeyên li ber şaredariyên li trafîkê girtin, karmendên şaredariyê negirtin hûndirê avahiyan û şandin malên wan. Bi tayînkirina qeyûman re, bi ser malên hevşaredaran de jî hatin girtin.        Di serdegirtina malan de Hevşaredarên Êlihê Mehmet Demîr û Songul Korkmaz, Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak, Hevşaredarê Gêlê Mûstafa Akkûl û Hevşaredarê Erxeniyê Ahmet Kaya hatin binçavkirin.    LI MUDAXILE Û BINÇAV KIRIN   Polîsan bi bariyeran derdora  Şaredariya Êlihê girtin û cadeya pêşiya şaredariyê li trafîkê girtin. Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran û komekê li ber Şaredariya Êlihê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm dan. Polîsan li ser vê yekê mudaxileyî komê kir. Di mudaxileya polîsan de Hevserokên HDP'ê yên Bajêr Fatma Ablay û Omer Kûlplû û nêzî 10 kesan hatin binçavkirin.    LI LÎCÊ BIRYARA BINÇAV KIRINÊ   Polîsan saet 06.00'ê sibê avahiya şaredariyê kirin ablokê. Karmenên çûn avahiya şaredariyê destûr nehat dayîn ku bikevin avahiyê û ew şandin malên wan. Derbarê Hevşaredarê Lîcê Tarik Mercan de biryara binçavkirinê hat dayîn. Hevşaredara Lîcê Rûken Yilmaz jî diyar kir ku polîsan di saetên serê sibê de bi ser avahiya şaredariyê de girtin û wiha got: "Niha tu binçavkirin tuneye. Polîsan adresa hevşaredarê me Tarik Mercan pirs kiriye."   Endamê Meclîsa Şaredariya Lîcê Hogir Boltan jî, diyar kir ku polîsan ji karmendanre gotin; "Hûn biçin malên xwe. Karekê we nema."   ŞAREDARIYA ERXENÎ BIN ABLÛKÊ DEYE   Polîsan avahiya Şaredariya Erxeniyê jî kirin dorpêçê û destûr nadin kes bikeve hûndirê avahiyê. Hevşaredar Ahmet Kaya yê polîsan bi ser mala wî de girtin, binçav kirin. Endamên Meclîsa Şaredariyê û rêveberiyên HDP'ê yên navçeyê li ber avahiya şaredariyê radiwestin. Qeymeqamtiya navçeyê weke qeyûm tayînê şaredariyê hat kirin û bal kêşe ku di avahiyê de dest bi xebatên dezenfektê hatine kirin.   ŞAREDARIYA GELÊ JÎ DIBIN DORPÊÇÊ DEYE   Di saetên serê sibê de, polîsan bi ser Şaredariya Gêl a dibin rêveberiya HDP'ê de jî girtin. Li avahiyê lêgerîn hat kirin. Destûr nayê dayîn ku karmendên şaredariyê bikin hûndirê avahiyê. Polîsan di ketina avahiyê de ala Tirk daliqandin.    LI FARQÎNÊ LÊGERÎN BI DAWÎ BÛ    Li Farqînê jî, polîsan bi ser avahiya şaredariyê de girtin. Polîsên ku bi ser mala Hevşaredar Naşîde Toprak de girtin, ew binçav kirin. Polîsan dest pê kê destûr nedan ku karmendên şaredariyê bikevin avahiyê. Piştî lêgerîna di avahiyê de qediya, destûr hat dayîn ku karmend bikevin şaredariyê.    JI 65 ŞAREDARIYAN, QEYÛM TAYÎNÊ 38 ŞAREDARIYAN KIRIN   HDP'ê di hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê de, 3 Şaredarên Bajarê Mezin, 5 şaredarên bajar, 45 şaredarên navçeyan û 12 şaredarên bajarokan bi giştî 65 şaredar qezenc kirin. Bi tayînkirinên qeyûman ên herî dawî re, qeyûm tayînê 3 şaredariyên bajarên mezin, 2 şaredarên bajar, 30 şaredarên navçeyan û 3 şaredarên bajarokan hatin kirin.