Li Êlihê li dijî qeyûm bertek: AKP gefan li tenduristiyê gel dixwe 2020-03-23 11:39:08 ÊLIH - Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, bertek nîşanî ablûkeya polîsan a derdora Şaredariya Êlihê da û got: “AKP gefan li tenduristiyê dixwe. AKP dijmînê Kurdan û darbekare.  Polîsan di saetên serê sibê de bi bariyer û maşîneyên zirxî Şaredariya Êlihê dorpêç kirin. Di serdegirtinên hemwext ên malan de,  Hevşaredarên Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr, bi endamên meclîsa şaredariyê re 12 kes hatin binçavkirin. Qeyûm tayînê şaredariyê hat kirin, lê heya niha bi awayekê fermî tu daxuyanî nehatiye dayîn.    DESTÛR NEDAN KARMEND BIKEVIN AVAHIYÊ   Polîsên ku avahiya şaredariyê kirin dorpêçê, destûr nedan ku karmand bikevin avahiyê. Ligel dorpêça heyî jî, endamên meclîsê û Alîkarê Hevserokê Şaredariyê Nevzat Memcîk hatin ber şaredariyê û diyar kirin ku gelek xizmetên dezenfekte ji holê hatine rakirin û xwestin bikevin avahiya şaredariyê.  Memcik, bertek nîşanî astengiyên polîsan dan û got: “Di van rojên ku şewb heye de, tenduristiya gel dibin talûkê deye.” Hin welatiyên di ber avahiya şaredariyê re derbas bûn jî, bi van gotinan bertek nîşan dan; “Ma ne şerme, ev dargirkeriye, li ber şaredariyan divê gel hebe ne polîs.”   'AKP DARBEKARE'   Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran û endamên partiyên hatin ber avahiya şaredariyê û bertek nîşanî ablûkeyê dan. Başaran a ku bertek nîşanî polîzan da wiha got: “Em ji we zêdetir tenduristiya gel difikirin. AKP gefan li tenduristiya gel dixwe. AKP êdî bûye pirsgirêka tenduristiya gel. AKP dijmînê kurdane. Hemû kesên li vê derê dibin amûrê vê yekê. AKP darbekare. Yên ku îro diken in, teqez wê rojekê li ber hiqûqê hesab bidin.”   16 KES HATIN BINÇAVKIRIN    Dûre polîsan kom kir dorpêçê û mudaxile kir. Polîsên ku lepik xistibûn destên xwe û rûpoş li ber rûyên wan êrîşî welatiyan kirin û derp kirin. Di dema mudaxileyê de polîsan Hevserokên HDP’ê yên Bajêr Omer Kûlplû û Fatma Ablay jî di nav de 16 kes binçav kirin.