Li qawîşên ku girtî li erdê radikevin bergiriyên vîrusê tunene 2020-03-23 11:42:21   STENBOL – Hat ragihandin ku li girtîgehên hejmarên 1 û 2 ên Bandirmayê ku ji qapasîteyê zêdegir girtî li wan tên girtin û girtî ji neçarî li erde radikevin, li dijî vîrusa koronayê tu bergirî nehatine girtin.    Vîrusa koronayê her ku diçe li Cîhanê berbelav dibe. Ji ber vê sedemê cihên ku herî zêde bala mirovan diçe sere girtîgehên. Hikûmet, li ser sererastkirineke înfazê ku girtiyên siyasî nahewîne nava xwe dixebite. Agahiyên ku ji girtîgehan tên, talûkeya ku bi belavbûna vîrusê re li wan peyda bibe radixe ber çavan.    Ji girtîgehên hejmara 1 û 2 ên Maltepeya Stenbolê 24 girtiyên siyasî, di 9’ê adarê de sewqî girtîgehên din hatine kirin. Ji girtiyan 16 jê sewqî Girtîgeha Afyonê û 8 jê jî sewqî girtîgehên hejmar 1 û 2 ên Bandirmaye hatine kirin. Girtîgehê têkildarî van sewqkirinan malbatan agahdar nekiriye. Malbat, ji ber ku zarokên wan roja axaftina bi telefonê li wan nagerin, li girtîgehê digerin û hîn dibin ku zarokên wan sewqî girtîgehên din bûne.   LI 8 KOQÛŞAN 116 GİRTÎ DIMÎNIN   Girtiyên ku sewqî girtîgehên hejmar 1 û 2 ên Bandirmayê bûne, binpêkirinên mafan ên dema sewqkirina xwe yên li girtîgehan, bi rêya parêzerên xwe ragihandin.    Girtiyên ku sewqî Girtîgeha Hejmara 1 a Bandirmayê hatine kirin, ragihandin ku li 8 kogûşan 116 girtî dimînin û ji ber vê yekê pirî girtî ji neçarî li erde radikevin. Girtiyan, têkildarî tiştên ku li girtîgehên hatine serê wan jî ev tişt ragihandin: “Li girtîgehê pêkanînên li dijî rûmeta mirov û usûlê hene. Girtiyên ku pêkanînan red dikin cezayê nebirine revîrê û nexweşxaneyê li wan tê birîn. 2 mehên li girtîgehê girtî tevlî tu aktîvîteyeke civakî nayên kirin. Di heman demê mafê ragihandin û têkilî danînê jî te astengkirin. Tu qargo nayê qebûlkirin. Xwarin hindik in, bê qalîte û ne paqij in.”   MEMELEYA XERAB Û ÎŞKENCE   Girtiyên ku sewqî Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Bandirmayê hatine kirin jî diyar ragihandin ku li 7 kogûşan 98 kes dimînin û dema sewqkirinê ji berk u lêgerîna tazî qebûl nekirine bi memeleya xerab û îşkenceyê re rû bi rû mane. Girtiyan, diyar kir ku ji bilî lêgerînên rutin lêgerînên cuda jî li girtîgehê tên kirin û ji bo parastina ji vîrusa koronayê tu bergirî nehatine girtin.”