Bi ser Îranê re hatina penaberan didome: Divê tevdîrên lezgîn werin girtin 2020-03-23 11:43:01   AGIRÎ – Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr diyar kir ku di riyên qaçax de hatina penaberan a di ser Îranê de ber bi Tirkiyê ve didome û divê ev talûke li pêş çava were girtin û tevdîrên lezgîn bê girtin.    Ji ber vîrûsa koronayê (Kovid-19) deriyên di navbera Îran û Tirkiyê de yên li Wan, Agirî û Colemêrgê hatine girtin. Her çiqas derî hatibin girtin jî lê dîsa hatina penaberan di riyên qaçax de didome.    Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û diyar kir ku hefteya bihûrî ew li navçeya Bazîdê ya Agiriyê rastî komek penaber hatine û ji ber îqtîdar girîngiyê nade hatina penaberan tenduristiya gel jî dikeve bin metirsiyê.    ‘BERPIRSIYARÎ DEWLETÊ YE’    Taşdemîr got rewşa penaberan wîjdanê mirovahiyê diêşîne û got: “Hemû berpirsiyarî ya dewletê ye. Lê mixabin tu berpirsiyariya xwe naynin cih.” Taşdemîr da zanîn ku ji bo penaberan xemsariyek rayedaran heye û got: “Divê penabarên tên Agirî, Wan û Colemêrgê û bajarên din hildin bin karantînayê. Divê talûke li ber çavan were girtin û li dijî vîrûsa koronayê ji bo penaberan tevdîrên lezgîn bên girtin.”    MA / Dîndar Karataş