Ji HDP’ê pêşniyarên çareseriya vîrusa koronayê 2020-03-23 11:45:13 ENQERE – Komîsyona Polîtîkayên Civak û Tenduristiyê ya HDP’ê, diyar kir ku AKP di mijara têkoşîna li dijî vîrusa koronayê de bi hemû hêzên rêxistinkirî yên civakê re têkoşîneke hevpar bi rêxistin nake û têkildarî pirsgirêkên ku dijîn pêşniyarên xwe yên çareseriyê ragihand.  Komîsyona Polîtîkayên Civak û Tenduristiyê ya HDP’ê, bal kişand ser pirsgirêka kêmasiya amûrên tibbî yên li nexweşxaneyan û têkildarî vîrusê agahdarkirina tenduristiya civakê, pêşniyarên xwe yên çareseriyê bi raya giştî re parve kir. Komîsyonê, diyar kir ku Wezareta Tenduristiyê û AKP di mijara têkoşîna li dijî vîrusa koronayê de polîtîkayên bi bandor hilnaberîne û bergiriyên pêwîst nagire û bi hemû hêzên rêxistinkirî yên civakê re têkoşîneke hevpar bi rêxistin nake.    Komîsyonê peşniyarên xwe yên ji bo vîrusê wiha rêz kir:    “* Komîsyona Karên Tenduristî, Malbat, Xebat û Civakê ya Meclisê ku hemû partiyên koma wan li Meclisê heye têde cih digirin, divê bi awayekî lez li hev bicive. Divê komîsyon, bi Yekitiya Bijîjkên Tirk, Yekitiya Dermanxaneyên Tirk, Yekitiya Diransazan, Sendîkaya Kedkarên Civak û Tenduristiyê û saziyên mîna van ên tenduristiyê re bi awayekî koordîne bixebite û di têkoşîna li dijî vîrusa koronayê de bi awayekî aktif cih bigire.    * Wezareta Tenduristiyê, polîtîkaya xwe ya têkoşîna vîrusê, li şûna twîtên ku nîvê şeve davêjê, bi awayekî berfireh û zelal bi raya giştî re parve bike.   * Desthilata siyaî, bi politikaya xwe ya qrîzê re bûtçeya ku ji tenduristiyê re veqetandiye divê zêde bike.   * Ji bo mafê tenduristiyê, weke Îspanyayê beşdarbûna kedkarên tenduristiyê ya biryarê pek bîne û ji bo cemawerkirina nexweşxanayan divê gav bavêje.    * Nexweşxaneyên dewletê yên ku bi hinceta nexweşxaneyên bajaran girt divê careke din bên vekirin û weke nexweşxaneyên pandemî bên bikaranîn. Ev nexweşxane divê ji nexweşxaneyên din cudatir bi awayekî berfireh testa vîrusê bikin û weke nexweşxaneyên ku xizmeta baş a tenduristiyê hildiberînin bên plankirin.    * Divê bi awayekî lez Wezareta Tenduristiyê û desthilat, bi Yekitiya Bijîjkên Tirk re bicivin û pêşniyar û daxwazên wan li ber çavan bigirin û nûnerên Yekitiya Bijîjkên Tirk, Yekitiya Dermanxaneyên Tirk, Yekitiya Diransazan, Sendîkaya Kedkarên Civak û Tenduristiyê tevlî Lîjneya Zanîstê ya Wezareta Tenduristiyê bikin.   * Ji ber ku di demên pêş de pêwîstî bi beşên lênêrîna awarte çibibe, divê beşên lênêrîna zêde bên sererastkirin û kêmasiyên wan bên derbaskirin, hejmara nivîn û amûrên bêhngirtinê li wan bên zêdekirin.  * Îzolasyon û qarantîna bi tena serê xwe ne amûrên têkoşînê ne, bi van bergiriyan re divê ku gel be agahdarkirin, ewlehiya bi otorîteya cemaweriyê bê zêdekirin, pêwistiyên mirovî bên bersivandin û rêbazên tedawiyan bi lez û bez pêk bên.   * Divê xwe gihandina testên tespîtkirina vîrusê bên hêsankirin û pêvajoya tespîtkirinê bê berbelavkirin. Dayina xizmetên tenduristiyê bê pere bê dayîn.     * Li gorî mafê tenduristiyê divê li hemû nexweşxaneyan şertê xizmeta pirzimanî esas bê girtin.   * Ji bo kesên ku bi KHK’an pêşî li xebata wan a cemaweriyê hatiye girtin, bi awayekî lez vegerin ser peywirên xwe, divê sererastkirinên qanûnî bên kirin.   * Ji bo hemû xebatkarên tenduristiyê divê amûrên parastin û paqijiyê be pere bên dabînkirin û neyê jibîrkirin ku tenduristiya xebatkarên tenduristiyê tenduristiya me hemûyan e.   * Ji bo girtiyan divê şertên tenduristî û paqijiyê bên sererastkirin û dive neyê jibîrkirin ku girtîgeh hem ji bo girtiyan û hem jî ji bo xebatkarên girtîgehan cihê herî xeternak ên berbelavbûna vîrusê ne.