Li Girtîgeha Kaniya Xezalan girtiyekê jiyana xwe ji dest da 2020-03-23 12:08:49 RIHA – Girtiyek li Girtîgeha Ser Vekirî ya Kaniya Xezalan li malbata xwe geriya û angaşt kir ku girtiyek bi navê A.A. yê 64 salî ji ber nikaribû nefes hilde jiyana xwe ji dest da.  Li Girtîgeha Servekirî û Saziya Înfazê ya Kaniya Xezalan a Rihayê girtiyek ragihand ku li qawîşa A-8 duh êvarê girtiyek 64 salî yê bi navê A.A. jiyana xwe ji dest daye. Girtî da zanîn ku A.A. bênefes maye û piştî ketiye jiyana xwe ji dest daye. Girtî ragihand ku 13 girtiyên li heman qawîşê hildane bin karantînayê. Girt3i got qawîşa A-8 hatiye girtin û A.A. ev 4-5 roj bû nexweş bû û nefesa wî diçikiya.    Girtî da zanîn ku ew nizanin cenazeyê A.A. birine ku û girtîgehê tu agahî nedaye wan û ew ji şewba vîrûsa koronayê bi fikar in.    Em li Girtîgeha Kaniya Xezalan geriyan û girtîgehê ragihand ku dê di vê derbarê de agahî nedin.