‘Tê xwestin ku şertên parastina ji koronayê yên kurdan ji holê bên rakirin’ 2020-03-23 12:16:06 WAN – Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Salîm Kaplan, tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên partiya xwe weke “dijminahiya kurdan” nirxand ûwiha got: “Tê xwestin ku şertên parastina ji koronayê yên kurdan ên bi destê şaredariyên wan ji holê bên rakirin’ Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Salîm Kaplan, bertek nîşanî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên partiya xwe yên Êlih, Farqîn, Licê, Erxenê û Egîlê da û diyar kir ku li gel vîrusa koronayê jî dijminajiya hikûmetê ya li hemberî kurdan berdewam dike.   ‘DIJMINAHIYA KURDAN’   Kaplan, diyar kir ku şaredariyên partiy wan li gel hemû bêderfetiyan jî li dijî vîrusa koronayê xebatên mînak meşandine û wiha got: “2 hincetên qeyûm hene. Yek jê dijminahiya kurdan û yek jê jî guhertina rojevê ye. Lewre hikûmet li dijî vîrusê kêm dimîne. Ji bilî ragihandina hejmara miriyan tiştekÎ nake. Armanc dike ku rojevê biguherîne û bi vê re kurdan jî bieciqîne. Çima dijminahiya kurdan? Binêrin nîvê girtiyan kurd in û piraniya wan jî siyasî ne; lê wê dizan berdin û girtiyên siyasî ku piraniya wan kurd in wê girtî bihêlin.”   ‘DIXWAZÊN ŞERTÊN PARASTINA JI VÎRURSÊ TUNE BIKIN’    Di berdewam axaftina xwe de Kaplan, destnîşan kir ku dixwazin ku şertên parastina ji koronayê yên kurdan ên bi destê şaredariyên wan ji holê rakin û ev tişt anî ziman: “Şaredariyên me ji roja destpêkê ve li dijî vîrusê li gel bêderfetiyen xwe jî têkoşîn didin. Di mijara paqijiyê de ku ji bo vîrusê bergiriya herî mezin e şaredariyên me xebatên mezin kirin. Şaredariyên me bi parastina tenduristiya karkerên xwe re li dijî vîrusê têkoşîn didan. Bi tayînkirina qeyûman a ser şaredariyan tê xwestin ku şertên parastina ji koronayê yên kurdan ji holê bên rakirin.”