Hevşaredara Erxeniyê Yildiz: AKP li şûna vîrûs bi vîna kurdan re şer dike 2020-03-23 12:30:33 AMED – Hevşaredara Erxeniyê Meryem Yildiz a qeyûm tayînê cihê wê hat kirin, diyar kir ku AKP li şûna ku bi vîrûsa korona re têbikoşe, bi vîna gelê kurd re şer dike. Yildiz bertek nîşanî qeyûm da û got: “Emê tu carî xespa vîna xwe qebûl nekin.”  Di van rojên ku bala Tirkiyeyê li ser belavbûna vîrûsa koronayê de, Wezareta Karê Hûndir qeyûm tayînê Şaredariyên HDP’ê yên Êlih, Erxenî, Farqîn, Lîcê û Gêlê kirin. Li Şaredariya Gêlê lêgerîn dewam dike û qeymeqamê navçeyê weke qeyûm hat tayînkirin. Polîsan bi ser mala Hevşaredar Ahmet Kaya de girtin û dûre binçavkirin. Hevşaredar Meryem Yildiz û endamên meclîsê yên ber avahiya  şaredariyê rawestiyane, destûr nadin ku bikevin hûndir.    ‘WÊ GEL HESAB BIPIRSE’   Hevşaredar Yildiz, bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da û wiha got: “AKP di siyaseta ne nakirina vînê de israr dike. Bi awayekê bêmaf û bêhiqûq şaredariyên me xesp dikin. Gelê Erxeniyê wê tu carî vê xespa vînê qebûl neke. Ez weke hevşaredarekê ku hatime hilbijartin, nikarim bikevim şaredariya xwe. AKP di rojên koronayê de, dixwaze hemû krîzan ji bo xwe veguherîne firsetêke. Ev qeyûm ne rewan e. AKP li şûna ku bi vîrûsa korona re têbikoşe, bi vîna gelê kurd re şer dike. Gelên Tirkiyeyê wê sabê vê yekê bipirsin.”