Cemiyeta Rojnamegerên Îzmîrê ji bo rojnamegeran bang kir 2020-03-23 12:52:15 ÎZMÎR - Cemiyeta Rojnamegerên Îzmîrê, diyar kir ku li ge vîrûsa koronayê jî, rojnameger neçar dimînin ku li qadê bixebitin û ji bo vê banga lezgîn a piştgiriyê kir.  Li Tirkiyeyê, her roja diçe hejmara kesên ji ber vîrûsa korona (Kovîd-19) jiyana xwe ji dest didin zêdetir dibin. Ligel talûkeya heyî jî, rojnameger hewl didin li qadan rastiyan ji bo gel ragihînin. Desteya Rêveber a Cemiyeta Rojnamegerên Îzmîrê (ÎGC), derbarê rojnamegerên neçar dimînin ku li qadan bixebitin de daxuyaniyek nivîskî weşand û daxwaza piştgiriya lezgîn kir.    ‘DIVÊ ROJNAMEGER BI TENDURIST XEBATÊN XWE DEWAM BIKIN’   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Çapemenî xebatên xwe dewam dikin ku ji bo agahiyên rast bigihîne gel. Divê di rewşa heyî ya krîtîk de çapemenî xebatên xwe bi awayekê tendurist dewam bike. Ji ber vê em ji bo rojnamegerên neçarin ku di qadan bixebatin banga lezgîn a piştgiriyê dikin.”