Li cîhanê hejmara miriyan gihîşt nêzî 15 hezarî û li 5 welatan qedexe hat ragihandin 2020-03-23 12:59:00 NAVENDA NÛÇEYAN – Li cîhanê jejmara kesên ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 14 hezar û 704’an û hejmara bûyeran jî derket 339 hezar û 770'an. Lig elek welatan qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.  Li tevahiya cîhanê hejmara kesên ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dane gihîşt 14 hezar û 704'an. Ji 23’yê adarê ve hejmara kesên bi vîrûsê ketine jî gihîştiye 339 û hezar 770 kesan.    Li Îtalyayê 5 hezar û 476 kesan jiyana xwe ji dest daye. Di nava 24 saetan de 651 kes jiyana xwe ji dest dan. Heta niha 59 hezar û 138'an jî bi vîrûsê ketine.    TIRKIYE    Li Tirkiyê jî hejmara miriyan gihîşt 30 kesan û hezar û 236 jî bi nexweşînê ketine.    SÛRIYE    Wezîrê Tenduristiyê yê Sûriyê Nîzar Yazici jî ragihand ku yekemin bûyera vîrûsê hatiye tespîtkirin û ev kes jî ji derveyî welat hatiye.    ROJAVA    Li herêma Rojavayê Kurdistanê jî ji ber vîrûsê qedexeya derketina derve hat ragihandin.    BAŞÛR    Li herêma Başûrê Kurdistanê jî qedexeya derketina derve heta nîsanê hat dirêjkirin.   ÎRAN    Li Îranê di 24 saetên dawî de 129 kesan jiyana xwe ji dest da. Li vî welatî bi giştî hezar û 685 kesî jiyana xwe ji dest da.   YEWNANÎSTAN    Li Yewnanîstanê ji ber vîrûsê 15 kesan jiyana xwe ji dest da û îro qedexeya derketina derve hat ragihandin.    DYA    Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) heta niha hejmara bûyeran ji 35 hezarî bihûriye. Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane jî gihîştiye 458 kesan.    ÎSPANYA    Li Îspanyayê jî di nava 24 saetên dawî de 394 kesan ji vîrûsê jiyana xwe ji dest dan. Hejmar miriyan li vî welatî jî gihîşt hezar û 720 kesan.    LI BOSNA HERSEK Û QIBRISÊ QEDEXE HAT RAGIHANDIN    Li Bona Hersek û Qibrisê jî qedexeya derketina derve hat ragihandin. Li her du deveran jî hejmara bûyeran zêde dibe.    ÇÎN   Vîrûsa koronayê ewilî li bajarê Wuhan ê Çînê derket holê. Hejmara kesên li Çînê jiyana xwe ji dest dane gihîşt 3 hezar û 270 kesan. Li Çînê hejmara kesên bi vîrûsê ketine jî derketiye 81 hezar û 54 kesan.    MIRINÊN EWIL    Li aliye Qibrisa Rûm, Kolombiya, Kosova û Bakurê Makedonya mirinên ewil qewimîn.    ELMANYA    Li Elmanyayê hejmara bûyerên vîrûsê gihîşt nêzî 25 hezarî. Heta niha li Elmanya 94 kes mirin e. Li Elmanya hatina însanan a ba hev hat qedexekirin.      ÎNGÎLÎSTAN    Li Îngîlîstanê jî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihÎşt 230 kesan. Serokwezîr Boris Johnson di daxuyaniya xwe de da zanîn ku ew ê tevdîrên xurttir bigirin.    ROMANYA   Hat ragihandin ku dê li Romanya jî qedexeya derketina derve were ragihandin.