Hevşaredara Yenîşehîrê Dîken piştî 4 mehan hat binçavkirin 2020-03-23 12:59:51   AMED - Piştî 4 mehan derbarê Hevşaredara Yenîşehîrê Belgîn Dîken de biryara binçavkirinê hat dayîn.    Wezîrê Karê Hûndir, di 13’yê Mijdara 2019’an de qeyûm tayînê şûna Hevşaredara Navçeya Yenîşhîrê ya Amedê Gelgîn Dîken kir. Piştî 4 mehan di çarçoveya du lêpirsînên cuda yên bi îdîaya “endamtiya rêxsitinê” debarê Dîken hatibûn vekirin de, polîsan bi ser mala wê de girtin. Polîsên di saetên serê sibê de bi ser mala Dîken de girtin, ew binçav kirin û birin Miduriyeta Polîsan a Amedê.    Parêzera Dîken Ferîde Laçîn, diyar kir ku ev binçavkirin ne hiqûqiye.