Ji medya civakî bertekên qeyûman: Qeyûm vîrusa li dijî demokrasiyê ye 2020-03-23 13:24:50 NAVENDA NÛÇEYAN – Siyasetmedaran li ser medya civakî bertek nîşanî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên HDP’ê da û diyar kirin ku AKP’ê vîrusa koronayê ji xwe re kiriye firsend û qeyûm tayînî ser şaredariyan kiriye. Siyasetmedaran diyar kir ku qeyûm vîrusa li dijî demokrasiyê ne.   Hevşaredarên Êlihê û navçeyên Farqîn, Erxenî, Licê û Gêlê yên Amedê ji peywirê hatin girtin û qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin. Rojnameger û siyasetmedaran li ser medya civakî bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û xebatên şaredariyên HDP’ê yên li dijî vîrusa koronayê parve kirin.    BERDEVKA HDP’Ê: SÎNOR JI FAŞÎZMA AKP’Ê RE TUNEYE   Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, diyar kir ku li gel ku rojev Cîhanê vîrusa koronayê ye jî rojeva desthilatê polîtîkayên qeyûman e û ev parvekirin kir: “Her çiqas rojeva Cîhanê vîrusa koronayê be jî rojeva AKP’^’e dijminahiya kurdan e. Vîna kurdan xesp kir û qeyûm tayîn kir.  Ji bo ku kurd di girtîgehan de bimînin şertê wekheviyê yê Destûra Bingehîn bin pê dike. Bi kurtasî heke mirovahî bêhna xwe ya dawîn bigire dê AKP bibêje bila kurd dayika xwe nebine! Sînor ki faşîzma AKP’ê re tuneye.”   TANRIKÛLÛ: HÛN FIRSENDÊ DIZANIN   Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû, diyar kir ku AKP’ê vîrusê wergerandiye firsendê û ev parvekirin kir: “Ji Xwedê bitirsin! Di vê pêvajoya ku pêwîstiya me bi yekitî û xebatê heye we qeyûm tayînî Êlih, Erxenî û Farqînê kir. We dema vîrusa koronayê jî ji xwe re kir firsend.”   Damezrînerê AKP’ê û Endamê Avaker ê Partiya Pêngav û Demokrasiyê (DEVA) Ahmet Farûk Ûnsal jî ev parvekirin kir: “Desthilata ku qadên sît ji îmarê re vekir û biryara daxistina krêdiyên malan da, di çarçoveya têkoşîna li dijî Covid-19’ê de weke bergiriya zêde şaredariyên Elih, Licê, Farqîn, Erxenî ku encamên testê wan pozîtîf derketin qeyûm tayînî wan kir û kir bin karantînayê.”   ‘EV DESTHILAT DIJMINÊ KURDAN E’   Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç jî xebatên Şaredariya Êlihê yên dezenfekteyê ku ji bo parastina ji vîrusê dikir parve kir û ev tişt nivîsand: “Îro serê sibehê qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê hat kirin. Lewre şaredarî ji bo parastina ji vîrusê dixebitî. Ev desthilat dijminê kurdan e. Ev desthilat ji bo xesara kurdan her tiştî dike xwe ji para nahêle.”   Ji bilî van rojnameger û siyasetmedarên mîna Serê Berê yê Partiya Piştevanî û Azadiyê Alper Taş, Rojnameger  Alîcan Ûlûdag, Hunermend Ahmet Guneştekîn, Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê Mesûd Tek, Alîkara Serokê Giştî yê CHP’ê Orhan Saribal jî di nav de gelek kesên din jî li ser hesabê xwe yên medya civakî bertek nişanî tayînkirina qeyûm dan û şîroveyen cûda kirin.