Ceylan: Qeyûm û zîhniyeta xwe tenduristiya kurdan dixe talûkeyê 2020-03-23 13:42:25 AMED – Hevserokê Rêxistina HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan diyar kir ku îqtîdarê bi tayînkirina qeyûman tenduristiya kurdan xistiye talûkeyek mezin û got: “Ev polîtîkaya qeyûman dijminahiya kurdan e.”    Hevserokê Rêxistina HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan bertek nîşanî tayînkirina qeyûmên ser şaredariya Êlihê, Farqîn, Licê, Erxenî û Gêlê da. Zeyyat Ceylan destnîşan kir ku tayînkirina qeyûman polîtîkayek aşkere ya dijmaniha kurdan e.    ‘AKP TENDURISTIYA GEL DIXE TALÛKEYÊ’    Ceylan da zanîn ku AKP û MHP di serdemek ku cîhan li dijî vîrûsa koronayê têdikoşe ew êrişî kurdan û vîna kurdan dikin û got: “Dijminahiya kurdan carek din xwe raxist ber çavan. Wê ev polîtîka tu destkeftiyê û encamek baş nede îqtîdarê. Di van rojên mirovahî xwedî li hev derdikeve, îqtîdara AKP ketiye derdê wê çawa vîna kurdan biqedîne. Îqtîdar tenduristiya gele kurd dixe talûkeyê. Helbet wê kurd xwedî li destkeftiyên xwe û îradeya xwe derkevin. Ev ne tiştek nû ye. Wê gelê kurd li ber tiştên xeletî stûyê xwe xwar neke. Tayînkirina qeyûman tu xizmetê ji bo aştiya civakî nake. Polîtîkayek zerarê dide ye. Van şaredariyên me hemû li dijî vîrûsê xebat û xizmetên bêhemba birêve dibirin. Lê tehamûl nekirin û îradeya gelê me dizî kirin. Em ê her tim xwedî li vîn û tenduristiya xwe derkevin. Lê Helbet wê ev îqtîdar rojek winda bike û têk biçe. Yên ku ji ser vê axa biqewirin û têk biçin zîhniyeta qeyûm e. Ez bang li gelê me dikim ku xwedî li destkeftî û vîna xwe derkevin.”