Leyla Guven: Em li malê bimînin, piştevaniya hev bikin û tevdîrên xwe bigirin 2020-03-23 14:32:16 NAVENDA NÛÇEYAN – Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi vîdeoyekê li dijî vîrûsa koronayê banga “li malê bimînin” li xelkê kirû xwest xelk tevdîran bigire û piştevaniya hev bike.    Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven têkildarî şewba vîrûsa koronayê (Kovid-19) peyamek bi video amade kir û belav kir. Guven li ser navê Navenda Koordînasyona Krîzê ya ku ji aliyê KCD’ê û pêkhateyên wê ve hat avakirin axivî û bi kurdî û tirkî xîtabê gel dike. Guven di peyama xwe de derbarê xebatên koordinasyona wan birêve dibe agahiyan da û banga “li malê bimînin” li xelkê kir û her wiha ji xelkê dixwaze li dijî vîrûsê tevdîran bigirin û piştevaniya hev bikin.