Hevşaredarên di binçavan de: Em bi awayekê bêhiqûq hatin binçavkirin 2020-03-23 14:38:18 ÊLIH - Hevşaredarên Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr ên hatin binçavkirin ev peyam şandin: “Em bi awayekê bêhiqûqî hatin binçavkirin. Şaredariya gel hat xespkirin.”   Hevşaredarên Êlihê Mehmet Demîr û Songul Korkmaz ên bi ser malên wan de hatin girtin û hatin binçavkirin, bi navbeynkariya parêzerên xwe li ser hesabên xwe yên twîtterê peyam weşandin. Demîr û Korkmaz, di peyama weşandin de wiha gotin: “Ji bo me tenduristiya we ji her tiştî girîngtire. Hevalên hêja, em bi awayekê bêhiqûq hatin binçavkirin, şaredariya gel hat xespkirin û qeyûm tayîn kirin. Ji kerema xwe re, ji bo tenduristiya xwe bi awayekî komî ne rawestin.”