Çavdêrxaneya Sûriyê: Ûnsûrên selefî xaniyên Efrîniyan difiroşin 2020-03-23 15:00:25   ENQERE - Çavdêrxaneya Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand ku ûnsûrên selefî yên girêdayî Tirkiyê li Efrînê û çoltera Bakur-Rojavayê Helebê 8 kesan revandine û malên Efrîniyên bi darê zorê ji warê wan hatin derxistin bi 2 hezar û 6 hezaran dolar firotine.    Çavdêrxaneya Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku li dijî şêniyên Efrînê yên bi darê zorê ji warê xwe hatine derxistin di bin navê "girtinê" de revandinên kêfî û desteserkirina welatiyan pêk tên. SOHR ragihand ku ew van agahiyan dispêre çavkaniyên pêbawer û komên selefî yên Enqere piştgiriya wan dike li çoltera Efrînê li herêmên Bilbil û Mabatê û li Herêma Pîşesaziyê ya Efrînê bi gitşî 8 sivîl hatine desteserkirin.    Hat ragihandin ku van ûnsûrên selefî ji van kesên revandine xwestine "Li yekîneyên kurdan ên paye bilind şer bikin û bi van yekîneyan re di nava dan Û sitendinê de bin."    MALÊN EFRÎNIYAN DIFIROŞIN    Li aliyê din SOHR'ê da zanîn ku van ûnsûrên selefî malên Efrîniyên bi darê zorê ji warê wan hatin derxistin bi 2 hezar û 6 hezaran dolar firotine. SOHR'ê diyar kir ku van ûnsûran li çoltera Efrînê û navenda Efrînê gelek daran birîne û xwezayê talan kirine.