Di çapemeniya Cîhanê de korona: Li Hindistan û Zelandaya Nû kuçe tên valakirin 2020-03-23 15:37:40 ENQERE – Di rojeva Cîhanê ya koronayê de betalkirina Olîmpiyatên 2020’an ên Tokyoyê, destpêkirina derve ya li Hindistan û Zelandaya Nû û rojên zehmet ên li Filistîn û Sûriyeyê derdikevin pêş. Vîrusa koronayê ku bi awayekî lez li gelek welatan belav dibe, bûye rojeve bingehîn a çapameniya Cîhanê. Di rojeve îro ya Cîhanê de piştî Kanadayê ragihandina Avûstralyayê ya xwe vekişandina ji Olîmpiyatên 2020’an ên Tokyoyê û neşandina atletên xwe ya olîmpiyatan derketin pêş. Ji bo betalkirina olîmpiyatan zexta li ser Japonyayê zêde dibe û ji rayedarên Japonyayê têkildarî betalkirinê tu daxuyanî nehat dayîn.    Hêviyên ji Hikûmeta Îngilistan ku mîna Îtalyayê pêkanînên ku ji liv û tevgerê re bi awayekî berfireh sînoran bîne bike meriyete di rojeve Cîhanê de cih girtin. Tenê ne li Ewropa, qedexeya derketina derve ya li Hindistan û Zelandaya Nû jî timik di rojeva Cîhanê de cih digirin. Piştî tespîtkirina yekemîn aweqaya vîrusê, li Sûriyeyê dibistan, parq, restoran û hin saziyên dewletê hatin girtin. Piştî vê yekê ji liv û tevgerra wesayîtan re jî sînor hatin danîn. Li Filistînê jî 2 weqayên vîrusê hatin piştrastkirin.    Ji ber belavbûna vîrusê ya li welatên Afrîkayê, li Nîjeryayê bir hat dayîn ku peywirarên cemaweriyê heta 14 rojan di malên xwe de bimînin û nexebitin. Li Botswanê jî serokdewlet xwe ji bo 14 rojan kir karantînayê.    Li Îtalyayê hejmara miriyan derket 5 hezar û 476’an, li Çînê jî hejmar gihîşt 3 hezar û 270’yî, li Îspanyaye jî hejmar derket hezar û 813’an, li Îranê jî hejmar bû hezar û 685, li Fransayê jî hejmar gihîşt 674’an û li Amerîkaye jî hejmar derket 458’an.    JI DEMOKRATAN REDA PAKETA 2 TRILYONÎ   Rojnameyê New York Times’ê (NYT) bi awayekî berfireh cih da biryara boykotê ya olîmpiyatan a Kanadayê û sekinandina plana teşfîqa bi trilyonan a demokratên Amerîkayê.NYT’ê ragihand ku Demokratên Senatoyê, diyar kirin ku ji ber ku “karkeran baş napêrize û bi awayekî têrket ji şîrketên ku tên çûne re birînê nayne” paketa 2 trilyonî ya rizgarkirinê ya hikûmetê asteng kirine û welat ji ber pêwistiya amûrên bêhngirtinê û maskeyan digevizin.   LI NÎJERYAYÊ Jİ SEDÎ 70’YÊ XEBATKARAN LI MAL IN   Afrîkanews a Komara Kongoyê jî têkildarî geşedanên vîrusê yên li Afrîkayê diyar kir ku serokdewletê Botswanayê Erîc Mogweetsî Masîsî piştî serdana xwe ya Namîbyayê xwe ji bo 14 rojan kiriye bin karantînayê. Rojnameyê ragihand ku Waliyê Lagosê ku bajarê herî mezin ê Nîjeryayê ye Sanwo-Olû ragihandiye ku dê ji destpêka hefteyê heta 14 rojan ji bo karmendan biryara di malê de mayînê hatiye dayîn. Ev biryar bandorê li ji sedî 70’yê nifûsa bajar dike. Dîsa rojnamegerê ragihand ku ji ber vîrusê li Afrîkaya Başûr 274 kesan jiyana xwe ji dest daye.   DÊ ÎSRAÎL SÎNORKIRINAN ZÊDETIR BIKE   Rojnameya Jerûsalem Post ku li Îsraîlê weşanê dike jî ragihand ku li Îsraîlê bi tespîtkirina koronayê ya bi 283 kesî re Serokwezîrê Benyamîn Netanyahû biryara zêdekirina sînorkirinan daye. Rojnameyê cih daxuyaniya Wezîrê Têkiliyên Stratejîk Gîlad Erdan ku diyar kiribû ku ji bo qedexeya derketina derve gav bavêjin û êdî pêwîst bi çûyîna kar bi sed hezaran mirovî nemîne.    GAZZE XWE JI DORPÊÇA XERAB RE AMADE DIKE   Rojnameya Middle East Eye ku xîtabî Rojhilata Navîn dike jî ragihand ku weqaya destpêkê ya ku li Sûriyeyê hat piştrastkirin tirsê zêde kiriye. Rojnameyê ragihand ku Şîrketa Rêyên Hewayî ya Mahar a Îranê hê jî seferên xwe yên Şamê didomîne.    Rojnameyê ragihand ku Îsraîl xwe ji girtina malê re amade dike û şerîda Gazzeyê jî ji ber kêm derfetan xwe ji dorpêça xerab re amade dike û di nûçeya xwe cih da van tiştan: “Şerîda Gazzeyê ji vîrusa ku li Cîhanê belav dibe dûr ma. Rayedaran diyar kir ku 2 weqayên ku hatine tespîtkirin piştî ku ji Pakistanê vegeriyane wan kirine bin karantînayê. Wezareta Tenduristiyê ya Gazzeyê, diyar kir ku her du weqa jî nêzî sînorê Misrê di bin karantînayê de ne û herêmê terk nekirine û bi tu kesî re neketine têkiliyê.”   NY: DIBE KU VÎRUS BIBE KARESAT   MEE’yê jî têkildarî Sûriyeyê ev agahî dan: “Li Sûriyeyê her çiqas çend hefte bûn weqayên vîrusê dihatin redkirin jî roja yekşemê weqayek hat tespîtkirinm. Rayedarên Neteweyên Yekbûyî (NY), diyar kir ku bi belavbûna vîrusê re dibe ku vîrus li Sûriyeyê bibe karesatek mezin.”   JI BO OLÎMPIYATAN ZEXTA RAYA GIŞTÎ   BBC’yê jî zexta raya giştî ya ji bo betalkirina Olîmpiyatên 2020’an ên Tokyoyê ya li Komîteya Olîmpiyata Navneteweyî derxist pêş. BBC’yê cih da girtina hemû xizmetan a li Zelandaya Nû jî. Rojnameya Guardîan a Îngilistanê jî ragihand ku dibe Hikûmeta Îngilistanê jî her kêlî mîna Îtalyayê pêkanîn ku liv û tevgerê bi sînor dikin bike meriyete. Rojnameyê, ragihand ku dibe qedexeya derketina derve ya li Zelandaya Nû bi qasî mehekê bidome û sînorkirinên li bajarê Wûhanê hêdî hêdî kêm dibin.    LI ALMANYAYÊ 28 HEZAR ÛNÎTEYÊN BÊHNGIRTINÊ AMADE NE   Rojnameya alman Dîe Zeît jî bi sernavê “destpêkê hemşire” cih da hevpeyvîna bi bijîjkê beşa lezgîn a Berlînê Mîchael de Rîdder re. Bijîjk Rîdder, diyar kiriye ku li Almanyayê 28 hezar ûnîteyên bêhgirtinê amade ne û ev hejmara bi 3 qatê Îtalyayê ye. Di nûçeya rojnameyê de tê gotin ku kêmasiya 4 hezar û 800 hemşîre û pisporên beşa lênêrîna awarte heye. Dîsa hatiye gotin ku kêmasiya herî mezin tunebûna hemşîre û personelên ku nizanin amûrên bêhngirtinê bixebitînin.    ÎTALYA: ARMANC RIZGARKIRIN E   Rojnameya La Repubblîca jî hevpeyvîna bi Wezîrê Pêşvebirina Aboriyê yê Îtalyayê Stefano Patuanellî re bi ser navê “Em teslîmê endustriyê nebûn, armanca hevpar rizgarkirina jiyanê ye” da. Di berdewama nûçeyê de wezîr Stefano Patuanellî gumanên ji bo bergiriyan red kir û angaşt ku di vê mijarê de Îtalya bûye mînak.   Wergerandın Ajansa Mezopotamyayê