Gelê Êlihê dê êvarê li dijî qeyûman çalakiyan li dar bixe 2020-03-23 15:38:33 ÊLIH - Bi pêşengiya HDP'ê dê êvarê saet di 20.00'an de gelê Êlihê bi çalakiya deng derxistinê û lembe girtinê tayînkirina qeyûm şermezar bike.  Li ser fermana Wezareta Karê Hundir qeyûm tayînî şaredariya Êlihê hat kirin. Di heman wextê de Hevşaredarên Êlihê Songul Korkmaz û Dr. Mehmet Demîr û gelek endamên Meclîsa Şaredariyê hatin binçavkirin. Li dijî tayînkirina qeyûm û binçavkirina îradeya gel nerazîbûn zêde dibin.    Piştî ku Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz banga "Ji bo tenduristiya xwe di malên xwe de berteka xwe nîşan bidin" kir, Rêxistina HDP'ê ya Êlihê jî biryara li dar xistina çalakiyê girt. Rêxistina HDP'a Êlihê banga çalakiyê kir û xwest gelê Êlihê êvarê saet di 20.00'an de li şaneşîn, şibake, hewşên malê xwe û kuçeyên xwe çalakiya deng derxistinê û lembe girtinê û vekirinê pêk bîne.    Her wiha HDP'a Êlihê ragihand ku ew ê êvarê saet di 20.00'an de li ser medya civakî bi hastagiya "#QeyûmDarbeYe (#Kayyumdarbedir)" tayînkirina qeyûm û binçavkirinan şermezar bikin.    'EM VÊ HEWLDANA NAMERDÎ ŞERMEZAR DIKIN'     Rêxistina HDP'ê li ser hesabên xwe medya civakî wiha got: "Di van rojan de her kes li dijî vê şewba giran têdikoşe. Lê dijminahiya li hember kurdan kêm nebûye û dîsa xwe nîşan da. Em vê hewldana namerdî bi nefretî şermezar dikin. Em êvarê saet di 20.00’an de hemû gelê xwe vedixwînin çalakiya deng derxistinê, lembe girtin û vekirinê û hastagiya li ser medya civakî. Em dibêjin #QeyûmDarbeYe."