Hevkariya Tifaqa Kurdistanî: Em bang li AKP’ê dikin dev ji dijminatiya kurdan berde 2020-03-23 15:49:19 AMED – Hevkariya Xebata Tifaqa Kurdistanî li dijî tayînkirina qeyûman nerazîbûn nîşan da û bang li gelê kurd kir ku xwedî li îradeya xwe derkeve û her wiha bang li cîhanê jî kir ku li hember van kirinên hikumeta AKP’ê bêdeng nemine.    Hevkariya Xebata Tifaqa Kurdistanî li dijî tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên Êlih, Farqîn, Licê, Erxenî û Gêlê bi daxuyaniyek nivîskî şermezar kir.    Daxuyaniya ji aliyê Tifaqê ve hat belavkirin wiha ye:   “Em bang li AKP'ê dikin. Hilbijartiyên gelê kurd ên bi rêyên sîvîl û demokratîk hatin hilbijartin qebûl bikin. Dev ji dijminatiya li hemberî hilbijartiyên kurd berdin. Îro desthilatdariya AKP pêngaveke din ya dijminatiyê li hemberî hilbijartiyên kurd avêt. Gelê Kurd vê sibehê bi nûçeyên tayînkirina qeyûman û binçavkirinan hişyar bû. Şaredariyên Farqîn, Êlih, Erxenî û Licê ji serê sibehê ve hatine dorpêçkirin.   Polîsan avêtine ser malên şaredaran û ew kirine binçavan. Hevseroka Şaredariya Navçeya Yenîşehîra Amedê ku beriya niha qeyûm li dewsê hatî danîn Belgîn Dîken jî hatîye binçavkirin.Em tayînkirina qeyûman li dewsa şaredarên me û binçavkirina wan şermezar dikin.    EM BANG LI CÎHANÊ DIKIN BILA DENG DERXIN    Em bang li raya giştî ya cîhanê, kesên demokrat û her kesê xwedî ûjdan dikin, li hemberî van kirinên hikumeta AKP’ê bêdeng nemînin, deng bidin dengê me. Di serî da şaredariya Êlihê û şaredariyên din yên ku di nav tunebûnê de xizmeteke zêde ji gelê me re dikirin û li hemberî vayrusa koronayê xebatên serkeftî dimeşandin û ev xebatên xwe bi gel re parve dikirin, îro bi qeyûman hatin cizakirin.   Îro bajarên Agirî, Wan, Culemêrg û hwd. di bin metirsîya vayrusa koronayê ya kû li ser rêya Îranê re hatî welatê me de ne. Rojên wisa de danîna qeyûman û binçavkirina şaredaran bi destê desthilatdariya Tifaqa Cumhûr û AKP, derbeke li hilbijartiyên gelê me û xebatên li hemberî vayrûsa koronayê hatiye xistin. Em vê zilmê qebûl nakin. Em bang li gelê xwe dikin xwedî li hilbijartiyên xwe derkevin.”