Kesê bi gumana vîrûsê çû nexweşxanê: Tu bergiriyek parastinê tuneye 2020-03-23 16:06:27   STENBOL - Welatiyê bi navê M.T. ê bi gumana vîrûsa korona çû Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Dr. Sadî Konûk û 9 saetan ji bo testê rawestiya û encama wî negatîf derket, diyar kir ku li nexweşxanê tu bergiriyek parastinê tuneye û got: “Dezenfekte jî nayê kirin.”    Welatiyê bi navê M.T. ê bi gumana vîrûsa korona (Kovîd-19) çû Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Dr. Sadî Konûk a Bakirkor a Stenbolê tiştên jiyan vegotin. M.T. diyar kir ku ew di 22’yê Adarê de, ji ber bêhn tengiyê çû nexweşxanê û da zanîn ku 9 saetên li nexweşxanê rawestiyaye.    M.T. dest nîşan kir ku li nexweşxanê tu bergiriyek parastinê tuneye û dezenfekte jî nayê kirin.