TJA'yê bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da 2020-03-23 16:19:38   AMED - Tevgera Jinên Azad (TJA), derbarê desteserkirina şaredariyan daxuyaniyek nivîskî weşand û tayînkirina qeyûman şermezar kir.    Tevgera Jinên Azad (TJA), derbarê tayînkirina qeyûman ên şaredariyên Êlih, Farqîn, Lîcê, Erxenî û Gêlê de daxuyaniyek nivîskî weşand û bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da.    Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, di demekê de ku dinya ketiye bin gefa vîrûsa koronayê, desthilatdariya AKP-MHP'ê ya ku bi polîtîkayên xwe yên kêm û bêtevdîriyê jiyana mirovan ji nedîtî ve tê, bi dijminatiya li Kurdan, desteserkirina îradeyê û pêkanînên nehiqûqî hewl dide vê rewşê ji xwe re weke firsendekê bi kar bîne.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em tu biryarên nehiqûqî, dagirkerû û talankeriyê yên koalîsyona AKP-MHP'ê ku ji bo parastina hebûna xwe dike, nas nakin. Em dibêjin; li pêşberî van êrişên li dijî sîstema hevserokatiyê ku me bi berdêlên giran bi dest xistine, em ê tu carî bêdeng nemînin. Li dijî qeyûman û êrişên dagirkeriyê em bang li jinan û parêzvanên demokrasiyê dikin ku bloka demokrasiyê xurt bikin û tevna berxwedanê mezin bikin. Em serî ji qeyûman natewînin."