'42 sal in em bi vîrûsa dewletê re têdikoşin’ 2020-03-23 16:21:39 AMED – Welatiyên li ber Şaredariya Licê tayînkirina qeyûm şermezar kirin diyar kirin ku 42 sal in bi vîrûsa dewletê re têdikoşin. Hevserokê HDP’a Licê Yûsûf Teker jî got dewlet li şûna bi vîrûsê re têbikoşe ketiye pey mêtingkirina kurdan.    Komek welatî li ber Şaredariya Licê kom bûn û tayînkirina qeyûm şermezar kirin. Polîsan gef li welatiyan xwar û xwest belav bibin. Ji nava koma welatiyan jinek bertek nîşanî gefên polîsan da û got: “Ev 42 sal in em bi vîrûsa dewletê re mijûl in û têdikoşin. Hûn şaredariyên me bi îradeya xwe qezenc kiriye desteser dikin. Çima em belav bibin.”    Pişt re welatiyan dirûşm berz kirin û heta ber avahiya rêxistina HDP’a Licê meşiyan û daxuyanî dan çapemeniyê. Hevşaredar Rûken Yilmazi welatî û rêveberên HDP’ê beşdarî daxuyaniyê bûn.    'EV DAGIRKERÎ YE’     Hevserokê Rêxisgina HDP’a Licê Yûsûf Teker daxuyanî da û got: “Ev ne qeyûm e, bi temamî dagirkerî ye. Bi darê zorê destkeftiyên me ji destê me derdixin. Ev ne qeyûm navê zilm e. Dinya bi vîrûsê re têdikoşe lê AKP ketiye derdê ku wê çawa li kurdan bimête. Em qeyûmên wan şermezar dikin. Her çiqas ew bi ser me de werin em ê ewqas xurt bibin.”