‘Tayînkirina qeyûman derbeyeke li dijî bergiriyên vîrusê ye’ 2020-03-23 16:36:52   AMED – Şaxa ÎHD’ê ya Amedê têkildarî tayînkirina qeyûman diyar kir ku tayînkirin qeyûman a ser şaredariyan hem vîna gel û hem jî tenduristiya gel tune hesibandin e û wiha got: “Tayînkirina qeyûman derbeyeke li dijî bergiriyên vîrusê ye.”   Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, têkildarî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên Êlih, Farqîn, Erxenî, Gêlê û Licê daxuyaniyeke nivîskî da. ÎHD’ê di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku HDP’ê di hilbijartinên 31’ê adarê yên herêmî yên sala 2019’an de 65 şaredarî qezenc kiriye û heta niha qeyûm tayînî 3 şaredariyên bajarên mezin, 2 şaredariyên bajaran, 30 şaredariyên navçeyan û 2 şaredariyên bajarokan ên HDP’ê hatin kirin û 26 hevşaredar girtî tên darizandin.  ÎHD’ê diyar kir ku tayînkirina qeyûman pekanîneke nehiqûqî ye û rê li ber xesar dîtina hewldanên demokratîkbûna Tirkiyeyê û aştiya civakî vedike.    ‘BIRYAR TUNEHESIBANDINA TENDURISTIYA GEL E’   ÎHD’ê di daxuyaniya xwe de xizmetên rêveberiyên herêmî yên ji bo parastina ji vîrusa koronayê bi bîr xist û da zanîn ku tayînkirina qeyûman tunehesibandina vîn û tenduristiya gel e û wiha got: “Tayînkirina qeyûman nîşan dide ku pêşaniya hikumetê li şûna tenduristiya gel polîtîkayên ewlehiyê ne. Tayînkirina qeyûman derbeyeke li dijî bergiriyên vîrusê û vîna gel e.”    ‘BINÇAVKIRIN JI BO VÎRÛSÊ TALÛKEYEKE MEZIN E’   ÎHD’ê bal kişand ser serdegirtinên malan û binçavkirinan jî û got ku di pêvajoya ku banga li malê mayînê tên kirin de serdegirtina malan ji bo tenduristiyê dibe sedema talûkeyeke mezin. ÎHD’ê herî dawî destnîşan kir ku şertên binçavkirinê ji bo belavbûna vîrusê ne baş in û xwest ku tayînkirina qeyûman bê betalkirin û hevşaredar careke din vegerin ser peywirên xwe.