Li Hewlêrê 12 kesên din bi vîrûsa koronayê ketin 2020-03-23 16:45:47   HEWLÊR - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand ku 12 kesên din li bajarê Hewlêrê bi vîrûsa koronayê ketine. Bi giştî heya niha li Herêma Kurdistanê 76 kes bi vîrûsa koronayê ketine.   Hejmara kesên li Herêma Kurdistana Federe bi vîrûsa koronayê dikevin, roj bi roj zêde dibe. Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku 12 kesên li Hewlêrê bi şewba vîrûsa koronayê ketine. Wezaretê di daxuyaniya xwe de wiha got; “Hejmara kesên dibin karantînayê de 4593’ne. Ev welatî bi giştî li 26 cihên cûda têne ragirtin, niha ji vê hejmarê 1 hezar û 528 welatî dibin karantînayê de mane. Ji vê hejmarê jî li Hewlêrê 808, Silêmanî 339, Dihok 223, Helebce, 37, Germiyan, 32, Raperîn 54, Koye 25 welatî ji bin karantînayê derketine û vegeriyane malên xwe. Di nava 24 saetên borî de 260 kes dibin testê re hatine derbaz kirin. Ji vane 176 kes li Hewlêrê, 62 kes li Silêmaniyê, 22 kes li Dihokê ne. Ji vê hejmarê encamên 22 kesan yên vîrûsa koronayê pozîtîf derketine. Ji 22 kesan, 12 kes xelkê bajarê Hewlêrê ne. Hewiha 10 kes jî xelkê bajarê Silêmaniyê ne.” Li gorî daxuyaniya wezaretê, li Herêma Kurdistanê heya niha 76 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji van kesek miriye, 13 nexweş jî bi temamî baş bûne û yên din jî hemû niha dibin çavdêriyê dene.