MED TUHAD FED’ê ji partiyên siyasî û saziyên dewletê re daxwazname şand 2020-03-23 17:15:50     AMED - MED TUHAD-FED’ê ji bo girtî ji vîrûsa coronayê (covid-19) bên parastin û serbest bên berdan ji partiyên siyasî yên li meclîsê, Wezareta Dadê û Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsa Tirkiyeyê (TBMM) re daxwazname şand.   MED TUHAD-FED’ê ji bo hemû girtî serbest bên berdan û ji vîrûsa ku li hemû cîhanê belav bûye bên parastin ji HDP, CHP, AKP, MHP, Partiya ÎYÎ, Partiya Saadetê, Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsa Tirkiyê û Wezareta Dadê re daxwazname şand. MED TUHAD-FED’ê li Postexaneya Karacadag a Peyasa Amedê daxwazname şandin û di daxwaznameyê de li ser pêvajoya vîrûsê û talûkeya wê ya kurewî rawestiya. Di daxwaznameyê de hatiye gotin, Rêxistina Tenduristî ya Cîhanê (WHO) covid-19 wekî şewba kurewî (pandemî) pênase kiriye û li ser talûkeya wê ya ku jiyana mirovan çawa dixe talûkeyê rawestiyaye.   MED TUHAD-FED’ê, xwest li gorî vê rastiya şewbê ku jiyana hemû girtiyan dixe bin talûkeyeke mezin, mafê hemû girtiyan ê jiyanê bê parastin û ji bo vê yekê jî bi awayekî lezgîn tedbîr bên girtin.    MED TUHAD-FED’ê ji partî û saziyên navbirî xwest ku rojek berî rojekê tevdîrên jiyanî bên girtin, zagon bên guhertin û hemû girtî bên berdan.    MED TUHAD-FED’ê di daxwaznameyê de xwest ku ev daxwaza wan bi baldarî li ber çavan bê girtin û bêyî ku mafê jiyanê yê girtiya bê binpêkirin gav bên avêtin.