ROJEVA 24'Ê ADARA 2020'AN 2020-03-24 09:00:27 * Berdevka Komîsyona Girtîgehan a Şaxa OHD'ê ya Stenbolê Parêzer Destîna Yildiz, anî ziman ku bi tevdîrên ku li girtîgehan li dijî vîrusa coronayê tên girtin tecrîda li ser girtiyan girantir dikin û got: "Ji dêvla tevdîran divê girtî bên berdan."  *  Parlementera HDP'ê Tulay Hatîmogûllari, anî ziman ku feraseteke ku av, ax û hewayê qirêj dike ji bo dawiya cîhanê bê tev digere û got: "Em ne mehkûmî pergala bêedalet ne ku kapîtalîzm ferz dike. Divê em bi vê ferasetê tev bigerin, xwe bi rêxistin bikin û piştevaniya hev bikin."    *  Rojnamevanên ku di şert û mercên vîrusa coronayê de jî dixebitin, ji hêlekê ve hewl didin xwe biparêzin li hêla din jî hewl didin rastiyê ragihînin.    * Seroka Komeleya Jina ya Rosayê Adalet Kaya, bal kişand ser jinên ku ji ber şewba coronayê di mal de ne û şideta muhtemel ya ku dê pê re rû bi rû bimînin. Kaya, bang li Wezareta Xizmetên Malbat, Xebat û Civakiyê û xwest giştînameyên cuda bên parvekirin.    * Piştî nûçeya me ya der barê fabrîkayekê de ku li dijî vîrusa coronayê karker dihatin parastin, maske û lepik li karkeran hatin belavkirin û tevahiya fabrîkayê hat dezenfektekirin.    * Parlementerê HDP'ê Mûrat Çepnî, bal kişand ser Pakêta Darazê ya 3'yan û nedaxilkirina girtiyên siyasî ya nav vê pakêtê û got, ev yek dijî rêgeza wekheviyê ya Qanûna Bingehîn e û ew ê vê yekê qebûl nekin.    * Besna Oflas, anî ziman ku ji bo kurê wê fikarên wan zêde bûne û xwest di serî de girtiyên nexweş û bi giştî hemû girtî bên berdan.