Zanîngeha Zhejiang pirtûka rawestandtina COVID-19 çap kir 2020-03-24 09:27:34 NAVENDA NÛÇEYAN - Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Zhejiang li dijî vîrûsa corona (Covît - 19) pirtûka astengî û tedbîrên li hemberi COVÎD-19'ê çap kir.  Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Zhejiang li dijî vîrûsa corona (Covît - 19) pirtûka astengî û tedbîrên li hemberi COVÎD-19 (Handbook of COVID-19 Prevention and Treatment) çap kir. Edîtorê pirtûkê Prof. Dr. Tingbo Liang diyar kir ku dema rastî vîrûsek nayê zanîn tên çareseriya herî baş hevkarî û parvekirin e û wiha got: "Di 2 mehên dawî de bi hevkarî, wêrekî û parvekirina zanîngê me ev berhem çap kir. Me bi hempîşeyên xwe yên çar aliyên cîhanê re agahî parve kir û ev pirtûk çap kir. Li aliyekî li nexweşxaneyan jiyana xwe danîn holê, li aliyê din tecrûbeyên xwe yên pir bi qîmet bi mere parve kirin û me ev pirtûk çap kir. Dîsa ji bo hempîşeyên me yên Cînê ku hêz da me û cerebeyên xwe bi mere parve kirin, em spasiya xwe dikin. Ev pirtûka destan ji bo her kesî bê heq tê parvekirin.