'Ji dêvla tevdîrên tecrîdê girantir dikin, girtiyan berdin' 2020-03-24 09:28:11 STENBOL - Berdevka Komîsyona Girtîgehan a Şaxa OHD'ê ya Stenbolê Parêzer Destîna Yildiz, anî ziman ku bi tevdîrên ku li girtîgehan li dijî vîrusa coronayê tên girtin tecrîda li ser girtiyan girantir dikin û got: "Ji dêvla tevdîran divê girtî bên berdan."  Vîrusa coronayê (Covîd-19) li seranserê cîhanê belav dibe û heya niha 14 hezar kes ji ber mirine. Li Tirkiyeyê jî heya niha 30 kes ji ber coronayê mirine. Yek ji deverên ku ji ber vîrusa coronayê di xetereyê de ne jî girtîgeh in.   Berdevka Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasan a Ji bo Azadiyê (OHD) a Stenbolê Parêzer Destîna Yildiz, anî ziman ku bi tevdîrên ku li girtîgehan li dijî vîrusa coronayê tên girtin tecrîda li ser girtiyan girantir dikin û got: "Ji dêvla tevdîran divê girtî bên berdan."    ‘TEVDÎR TECRÎDÊ GIRANTIR KIRIN'    Yildiz, anî ziman ku ji ber vîrusa coronayê hevdîtina parêzeran û malbatan a bi girtiyan re jî hatiye qedexekirin û got, pêkanînên di bin navê "tevdîrgirtinê" de tên kirin tecrîda li ser girtiyan girantir kiriye.    Yildiz, anî ziman ku hevdîtina parêzeran jî kirine hevdîtina girtî û got, bi vî hawî mafê veşarîtiyê yê di navbera parêzer-muwekîl de tê binpêkirin. Yildiz, destnîşan kir ku di warê revîr û sewqên nexweşxaneyan de pirsgirêkên mezin rû didin û got: "Tiştekî lezgîn tunebe sewq nayên kirin. Heger sewq bê kirin jî, gava girtî tînin girtîgehê divê 14 rojan di karantînayê de bimîne. Di şert û mercên girtîgehê yên nepaqij de mayîna bi tenê li girtiyan ferz dike. Ji ber vê girtî naxwazin biçin nexweşxaneyê. Ev jî tê wateya astengkirin mafê tedawî û tenduristiyê yê girtiyan. Her wiha li gelek girtîgehan amûrên paqijiyê nadin girtiyan. Pirsgirêka avê heye. Gardiyan di dema jimariyê û lêgerînan de bi awayekî qelebalix tên. Li gorî girtiyan ragihandiye, bê maske û lepik tên. Li qawîşan hejmareke zêdetirî kapasîteyê heye. Li hin qawîşan 20-30 kes pev re dimînin. Tê gotin li dijî vîrusê divê mesafe esas bê girtin û îzolasyona civakiyî pêk bê. Lê belê li girtîgehan ev tişt tuneye û wê bibe sedema pirgirêkên mezin."    BI ZORÊ SEWQ KIRIN    Yildiz, anî ziman ku heman tişt li gelek girtîgehan heye û got, di rojêne wil ên vîrusê de hin girtî ji Girtîgeha Jimare 1 û 2 ya Tîpa T a Maltepeyê sewqî girtîgehên Bandirma û Afyonê hatine kirin.    Yildiz, diyar kir ku li Girtîgeha Jimare 2 a Tîpa F a Tekîrdagê jî ji ber pirsgirêka paqijiyê zebze û fêkî nayên firotin û got, li Girtîgeha Jina ya Bakirkoyê jî girtiyekî ku divê her meh derzî lê bên xistin ji ber qaydeya karantînayê ya 14 rojan wî nabin nexweşxaneyê.    REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ    Yildiz, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş ên nayên tedawîkirin jî. Yildiz, got: "Wê ev bibe sedema pirsgirêkine mezin. Li girtîhgehan hin girtiyên pençeşêr li wan peyda bûye û tedawiya wan didome hene, girtiyên gurçikên wan nexweş hene û hin girtiyên divê bên emeliyatkirin hene. Wê qerengxistina tedawiya wan bibe sedema pirgsirêkên mezin. Her wiha bi sedan zarok jî tevî dayikên xwe di girtîgehan de ne."    Yildiz, bibîr xist ku li gelek girtîgehan ji ber vîrusê girtî hatine berdan û got, lê belê niha li Tirkeyeyê sererastkirina înafzê di rojevê de ye, lê girtiyên siyasî derî vê yekê hatine hiştin. Yildiz, destnîşan kir ku ev yek li dijî xala 10'an a Qanûna Bingehîn e û got: "Divê girtî giş bên berdan."