‘Em ne mehkûmî vê pergalê ne, em bi vê ferasetê piştevaniya hev bikin' 2020-03-24 09:28:54 EDENE – Parlementera HDP'ê Tulay Hatîmogûllari, anî ziman ku feraseteke ku av, ax û hewayê qirêj dike ji bo dawiya cîhanê bê tev digere û got: "Em ne mehkûmî pergala bêedalet ne ku kapîtalîzm ferz dike. Divê em bi vê ferasetê tev bigerin, xwe bi rêxistin bikin û piştevaniya hev bikin."  Parlementera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari, geşedanên di rojevê de nirxandin. Hatîmogûllari bal kişand ser gavên ji bo vîrusa coronayê tên avêtin û ji bo "Mertala Îstikrarê ya Aborî" ku Serokomar Erdogan daxuyandibû got, ev mertal mertaleke ku sermayeyê ji vîrusê diparêze.    Hatîmogûllari, destnîşan kir ku vîrus herî zêde tesîrê li karker û feqîran dike û got, divê ne ji bo sermayeyê ji bo parastina kedkar, tenduristkar û gel bihata kirin û divê tevdîrine baş bên girtin.    Hatîmogûllari, anî ziman ku ji ber ku kapîtalîzmê ji ber qezenca zêde xweza, mirovahî û nirxên gerdûnî talan kiriye vîrusa coronayê çêbûye û got: "Feraseta ku av, ax û hewayê qirêjî dike dawiya cîhanê tîne. Em ne mhekûmî jiyana bêedalet, îqtîdarparêz û ekdxwariyê ne ku kapîtalîzm ferz dike. Cîhaneke wekhev, adil, azadîxwaz, aştiyane û demokratîk pêkan e. Em kesên bindest li hemberî burjûwaziya ku çend kes in bi milyara ne. Divê em bi vê ferasetê tev bigerin, xwe bi rêxistin bikin û piştevaniya hev bikin."    Hatîmogûllari, bal kişand ser Pakêta Darazê ya Sisêyan jî ku girtî û hikumxwarinê siyasî ne di nav de ne û got, diviya ev pakêt pakêteke adil bûna. Hatîmogûllari, got: "Ev pakêt belgeya bêwijdanî, bêedaletî û nefretê ye. Vîrusa coronayê li gor sûcan belav nabe. Qet nebûna diviya daraza ku mêzêna wê ya edaletê ketiye bin piyan, di mijara vîrusê de adil tev bigeriyana. Heger ji ber vê şewb û vîrusê li girtîgehan kes bimire berpirsiya rîqtidar e."    MA / Hamdûllah Kesen