Rojnamevanên li qadan: Divê bi tu awayî rastî neyê veşartin 2020-03-24 09:29:29 ÎZMÎR – Rojnamevanên ku di şert û mercên vîrusa coronayê de jî dixebitin, ji hêlekê ve hewl didin xwe biparêzin li hêla din jî hewl didin rastiyê ragihînin.  Vîrusa coronayê (Covîd-19) li seranserê cîhanê belav dibe û ji ber vê bang li ser bangê tê kirin ku kes derneyê derve. Lê belê rojnamevanên ku ji mecbûrî derdikevin, ji hêlekê ve hewl didin xwe biparêzin li hêla din jî hewl didin rastiyê ragihînin.    Li Îzmîrê rojnamevanên li qadê dixebitin, bal kişandin ser şert û mercên xebatê.    ‘DIVÊ ZANYARÎ NEYÊ VEŞARTIN'    Nûçegihana Gazete Dûvarê Nûray Pehlîvan, bal kişand ser tevdîrên ku divê rojnamevan bigirin. Pehlîvan, got: "Di vê serdemê de heta ne hewce me divê em neçin cihên girtî. Gava em mecbûr bin biçin cihên wisa jî divê em maskeyê bi kar bînin. Gava em nûçeyên der barê vê şewbê de çêbikin, divê em baldar bin."    Pehlîvan, destnîşan kir ku di nûçegihaniyê de tişta sereke divê em nehêlin zanyarî bê veşartin û got: "Ji bo panîk û fikar zêde nebin divê dane rast bên dayîn. Tiştên ji bo nebin sedema panîkê û tên veşartin jî nahêlin haya civakê ji rastiyê çêbibe. Lê belê tiştên di vê pêvajoyê de tên veşartin wê bi awayekî mezintirîn derkeve pêşiya civakê. Neafirandina panîkê nayê wateya veşartina zanyariyên rasteqîn. Divê aşkere be, heta ji dest bê neyê veşartin û baş bên teyîtkirin. Bi taybetî di serdemeke wiha de veşartina rastiyê wê zirarê bide civakê."    ‘PEYWIREKE MEZIN DIKEVE SER MILÊ ME'    Pehlîvan, bibîr xist ku di serdemên wiha de ji bo xwegihandina zanyarên rast medyaya civakî baş bi kar tîne û got, di vê mecrayê de tiştên nerast û tevlihev tên belavkirin. Pehlîvan, got: "Gava rojnamevan ji bo ragihandina zanyariyên rast cidî tev negerin wê medyaya civakî peywira rojnamevanan jî hilgire. Di vî warî de karekî mezin dikeve ser milê me."    AGAHIYÊN TEYÎTKIRÎ GIRÎNG IN    Nûçegihana Jinnewsê Melîke Aydin jî diyar kir ku gelek rojnamevanên li qadê êdî mecbûr mane li malên xwe bixebitin. Aydin, anî ziman ku gava hewce be derdikevin derve û got: "Hişyariyên ji bo her kesî divê em jî esas bigirin. Divê em rojnamevan amûrên xwe baş paqij bikin. Gava em hevpeyvînan bikin divê em mesafeya sosyal esas bigirin. Lê belê a rast divê em di ser telefonên de hevdîtinan bikin."    Aydin, destnîşan kir ku li ser medyaya civakî û di hin saziyên çapemeniyê de carinan agahiyên rast tên manîpulekirin û got: "Peywira rojnamevanan ew e ku agahiyan piştrast bike. Divê em agahiyan teyît bikin."    Nûçegihana Rojnameya Evrenselê Dîlek Omaklilar ji bo serdema niha got: "Em di serdemeke wiha de ne ku nediyarî û agahiyên tevlihev û qirêj zêde ne."Omaklilar, diyar kir ku di vê serdemê de ji bo rastiyê ragihînin gel ji destê wan çi bê ew ê bikin û got: "Me jî di vê serdemê de ji bo em nûçeyên xwe çêbikin, me şert û mercên xwe li gor malê amade kirine. Gava li qadê nûçe hebin em tevdîrên xwe digirin û nûçeyan dişopînin. Wekî her serdemê di vê serdemê de jî tişta girîng nûçeyên rast bigihînin gel. Hikûmet der barê vîrusa coronayê de agahiyên rast ranagihîne gel. Ji ber vê xebatkarên tenduristiyê jî, xebatlkarên li fabrîkayan jî nikarin xwe bigihînin agahiyên rast."    MA / Sevda Aydin