Çepnî: Guhertinên ku girtiyên siyasî nexe nava xwe em qebûl nakin 2020-03-24 09:31:40 ÎZMÎR – Parlementerê HDP'ê Mûrat Çepnî, bal kişand ser Pakêta Darazê ya 3'yan û nedaxilkirina girtiyên siyasî ya nav vê pakêtê û got, ev yek dijî rêgeza wekheviyê ya Qanûna Bingehîn e û ew ê vê yekê qebûl nekin.  Wê bi Pakêta Darazê ya 3'yan re 100 hezar kes bên berdan. Lê belê girtiyên siyasî daxilî nav vê pakêtê nehatine kirin. Parlementerê HDP'ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî, bertek nîşan da û got: "Tişta îqtidar dike, sûcê dijî mirovahiyê ye."    Çepnî, anî ziman ku di serdemeke ku tevahiya cîhanê bi vîrusa coronayê re têdikoşe de hikûmeta AKP'ê Pakêta Darazê ya 3'yan xistiye rojevê û got: "AKP, felaketan vediguherîne firsendan. Diviya tevahiya girtîgehan vala bike, lê belê biryareke bîrdoziyî girtiye û girtiyên siyasî derî vê yekê hiştiye. Hê nebûye qanûn, lê tişta tê nîqaşkirin ev e. Wis axuyaye çend roj şûnde wê di meclîsê re jî bê derbaskirin."    BI SEDHEZARAN KES    Çepnî, destnîşan kir ku piştî vê şewbê daxwaz civakê ew e ku girtiyên nexweş, zarok, girtiyên tevî zarokên xwe di girtîgehê de ne û extiyar bên berdan û got: "Di van şertan de divê bi sed hezaran mirov bi mirinê re rû bi rû neyên hiştin. Niha di girtîgehan de 457 jê giran hezar û 333 girtiyên nexweş û 3 hezar û 280 bebik û zarok û 7 hezar girtiyên siyasî hene. Kapasîteya girtîgehan 220 hezar e, lê 300 hezar girtî hene."   Çepnî, destnîşan kir ku her ku hûrguliyên pakêtê aşkere bibin ew ê bi raya giştî re parve bikin û got: "Ew ê qanûneke ku girtiyên siyasî esas negire qethiyen qebûl nekin."    Her wiha Çepnî, anî ziman ku nedaxilkirina girtiyên siyasî ya nav pakêta 3'yan dijî rêgeza wekheviyê ya Qanûna Bingehîn e û got: "Demildest divê dev ji vê nêzîkatiyê bê berdan."