Fikarên xizmên girtiyan zêde dibin 2020-03-24 09:32:11 ŞIRNEX - Besna Oflas, anî ziman ku ji bo kurê wê fikarên wan zêde bûne û xwest di serî de girtiyên nexweş û bi giştî hemû girtî bên berdan.  Li Tirkiyeyê jî her diçe bîlnaçoya vîruca coronayê (Covîd-19) zêde dibe. Herî zêde jî kesên ji be rvê vîrusê rewşa wan di xetereyê de girtî ne. Ji ber vê fikarên malbatên girtiyan zêde ne ü dıxwazın rojek beri rojekö gırti bön berdan.    'ÇAVÊ WÎ YÊ ÇEPÊ KOR BÛ'    Yek ji girtiyên rewşa wî di xetereyê de jî Mûzaffer Oflas ê 21 salî ye. Oflas, di 16 saliya xwe de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin û 10 sal ceza lê hatiye birîn û niha di Girtîgeha Tîpa D a Amedê de ye.    Dayik wî Besna Oflas a 47 salî jî, bal kişand ser vîrusa coronayê ku her diçe berbeşav dibe û bûye sedema mirina bi hezaran kesî, xwest girtî hemû bên berdan. Oflas, anî ziman ku gava kurê wê li mala xwe bûye fîşekek hatiye li ser çavê wî ketiye û birîndar bûye. Oflas, got: "Diviya bihata emeliyatkirin, lê belê rabûn ew girtin. Ji ber vê çavê wî yê çepê kor bû. Hê jî girtiye. Heya niha qet nehatiye tedawîkirin."    ‘BILA GIRTÎ BÊN BERDAN'    Oflas, destnîşan kir ku li girtîgehan xizmeta tenduristiyê kêm e û şert û mercên wan nebaş in û xwest girtî hemû bên berdan. Oflas, anî ziman ku ji ber şewa coronayê ku li seranserê cîhanê belav bûye ji bo tenduristiya kurê xwe bifikar in û got: "Dixwazim kurê min û girtiyên din hemû bên berdan. Bi taybetî jî girtiyên nexwe, rojek berî rojekê divê bên berdan."