‘Divê girtîgeh rojek berî rojekê werin vala kirin’ 2020-03-24 10:22:56 AMED - Hevseroka HDP’ê ya Peyasê Besîle Narîn bal kişand ser talûkeya şewba vîrûsa coronayê ya roj bi roj belav dibe û wiha got: “Li girtîgehan, di odeyekê de 25-30 mirov dimînin. Heke vîrûs li girtîgehan belav bibe, dê kes sax dernekeve. Em jî wek malbat dixwazin ku girtîgeh rojek berî rojekê werin vala kirin.” Vîrusa coronayê her ku diçe li cîhan û Tirkiyeyê belav dibe. Ji ber vê yekê cihê herî zêde bala mirovan dikişîne girtîgeh in. Hikûmet, li ser sererastkirineke înfazê ku girtiyên siyasî nahewîne nava xwe dixebite. Agahiyên ku ji girtîgehan tên, talûkeya ku bi belavbûna vîrusê re li wan peyda bibe radixe ber çavan. Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Peyasê Besîle Narîn derbarê rewşa hevjînê xwe Seyîd Narîn ê Hevşaredarê berê yê Sûrê û girtîgehan de axivî. Narîn, diyar kir ku 3 mehe nikarin biçin hevdîtinê û wiha got: “Sê meh in tenê bi telefonê em diaxivin. Hefteyê careke em di axivin. Ji ber ku rûbirû em hev nabînin rewşa wan çawaye ez nizanim. Me gelek caran hewl da ku sewqî cihekî din bikin. Daxwaza me û parêzerên wî jî red dikin. Hinceta wan dibên di girtîgehên din cih tune. Ev ne rast e, ji ber ku li gelek girtîgehan sewq çêdibin.” Narîn, da zanîn ku sepanên taybet li ser hevjînê wê tên meşandin û wiha axivî: “Piştî ku cezayê wî li dadgeha bilind hat pejirandin, me dosya wî şand Dadgeha Destûra Bingehîn. Sê sal in hêj agahiyek ji mere nehatiye. Heta ku biryarek ji wir dernekeve em nikarin tiştekê jî bikin.”   ‘DIVÊ HERKES DENGE XWE DERXÎNE’   Narîn, bal kişand ser nexweşiya vîrûsa coronayê ya ku roj bi roj zedetir belav dibe û wiha berdewam kir: “Di girtîgehan de di odeyekê de 25-30 mirov dimînin. Dema mirov vê rewşê difikire ne cihekî paqij e, malzemeyê paqijiyê jî ji ber ku kêm e pirsgirêkên paqijiyê jî derdikevin holê. Heke ev vîrûs biçe girtîgeha kesek nikare ji wir sax derkeve. Ji ber ku hatin û çûyîn li girtîgehan heye di bin xeteriyê de ne. Mirovên nexweş, ên temenê wan di ser pênciyê de û dayikên bi zarok hene. Divê di vê pêvajoyê de bê ferq û cudahî û bi lezgînî hemû girtî ji wan girtîgehan bên berdan. Dema yek kes bi vîrûsê ket xelasiya girtiyên din jî nîne. Ez tenê bang li Wezareta Dadê nakim li hemû partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî dikim. Divê herkes di vê mijarê de dengê xwe derxîne.”   ‘KOLONYA TUNE'    Narîn, dest nîşan kir ku nema Girtîgeha Kalkandereyê ya Rîzeyê zedeye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber nema li girtîgehan ji xwe mirov nikarin hewa bistînin. Ew mirov di nav rîskeke mezin de ne. Ev mafê mirovan e.” Narîn, anî ziman ku li kantîna girtîgehê kolonya nîne û wiha lê zêde kir: “Weke gelek girtîgehan li wê derê jî pirsgirêk zêde ne rewşa wan zêde nebaş e.”   ‘DIVÊ HIQÛQ JI BO HERKESÊ HEBE’   Narîn, bal kişand ser paketa darazê ya sêyemîn û wiha domand: “Divê hiqûq ji bo herkesê hebe. Lê mixabin tim bi siyasî tê nirxandin. Lê em vê qebûl nakin. Divê pêvajoyeke wisa de her kes ji van paketa sûdê bigire. Ez bang li herkesê dikim divê ew mirov ji wê derê derkevin. Li Îran û çend welatên din deriyê girtîgehan vekirin. Li wan deran jî ji her fikr û ramanî mirov hene lê serbest berdan. Cudatî nexist navbera tu girtiyan. Dema cudatî hat kirin li wê derê heq û hiqûq namîne. Em jî wek malbat dixwazin ku girtîgeh rojek berî rojekê werin vala kirin.”