Ji hunermendan bang: Girtiyan demildest berdin 2020-03-24 11:40:40 AMED – Hunermendên navdar bi riya malbatên girtiyan bang li rayedarên dewlet û hikumetê kirin ku li dijî talûkeya vîrusa coronayê hemû girtiyan serbest berdin. Vîrûsa Koronayê roj bi roj li her deverê cîhanê belav dibe. Cihekî ku vîrûs bandorê lê bike jî girtîgeh in. Ji bo ku girtî serbest werin berdan her roj saziyên sivîl ên civakî, malbatên girtiyan bang li rayedarên dewletê û hikumetê dikin. Hunermendên navdar Xanemîr, Hozan Kawa, Ehsan Xelîkan, Bengî Agirî, Şirîn Alma, Jiyan Arjîn, Zahîr Loran, Hozan Berbang, Şêrko Kanîwar, Yilmaz Guneylî, Serhat Gimgim jî bi riya malbatên girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dimînin bang li rayedarên dewlet û hikumetê kirin ku li dijî talûkeya vîrûsa coronayê girtî hemû rojek berî rojekê werin berdan.   Hunermendan, bal kişand ser talûkeya vîrûsa corona ku li hemû cîhanê û Tirkiye belav bûye û ev vîrûs ji bo girtiyan û girtîgehan rîskeke mezin e. Hunermendan, anîn ziman ku ji bo tenduristiya girtiyan xeteriyek çêne be divê demildest girtîgeh bên vala kirin û di paketa darazê de ji bo girtiyên siyasî jî guhertinek bê çêkirin. Hunermendan, destnîşan kirin ku divê girtiyên siyasî û hemû girtî demildest werin berdan û kesên ku ji xwe re dibêjin ez mirov im divê ji bo girtiyan dengê xwe derxînin. Hunermendan, anîn ziman ku heke vîrûs bikeve nav zindanan wê gelek kes jiyana xwe ji dest bidin ji ber vê yekê divê girtî hemû bên azad kirin. Şirîn Alma jî bang li rayedarên Tirkiyê kir ku hemû girtî serbest bêne berdan. Hunermendan, ji rayedarên dewletê, hikûmetê û partiyên siyasî xwestin tu li dijî rewşa girtîyan hasas tev bigerin û tedbîrên jiyanî bistînin.    MA / Fahrettîn Kiliç