Xwendekarên ku bi keştiya bar ji Qibrisê anîn di testê re derbas nekirin 2020-03-24 11:41:12 MÊRSÎN – Xwendekarên ji Qibrisê anîn û li Mersînê kirin bin qarantînayê, diyar kirin ku wan bi keştiya bar anîne û li ser hesabên xwe yên medya civakî ragihandin ku di testên vîrusê re nehtine derbaskirin.    395 xwendekarên Zanîngeha Lefkoşa Ewropayê ya li Komara Qibrisa Bakur a Tirk, di 23’ê adarê de ji ber vîrusa koronayê ji wargeha ku lê bûn, bi keştiya bar anîn Mersînê. Xwendekaran li Wargeha Xwendekarên Jin a Kirkkaşikê ya li bajar hatin bi cih kirin û kirin bin qarantînayê. Xwendekaran li ser hesabên xwe yên medya civakî têkildarî rewşa xwe parvekirinan kirin û ragihandin ku tu bi tu awayî di testên vîrusê re nehatine derbaskirin û di qarantînayê de ne.  Di dîmenan de tê dîtin ku xwendekar, di keştiyê de û li pêşiya wargehê dûrişmeya “Tirkiye ranekeve li xwendekarên xwe xwedî derkeve” berz dikin. Xwendekar, destnîşan dikin ku piştî ku jim keştiyê pêya bûne tenê agirê wan hatiye pîvan.   ‘TU BERGIRÎ NEHATIN GIRTIN’   Ji xwendekaran G.B. ku niha di bin qarantînayê de ye, diyar kir ku bi darê zorê ji wargehê hatine derxistin û li şûna bilêta bi 195’TL 450 TL dane bilêta keştiyê. G.B. rewşa wan bi van gotinan anîn ziman: “Têkildarî qarantînayê tu agahî ji me re nehat ragihandin. Ji me xwestin ku em kaxizek têkildarî mayîna li malê îmze bikin. Me jî îmze kir lê li Taşûcûyê ji me re negotin ku dê me bibin qarantînayê. Li gel wesatandina me jî biqasî 2 saetan me li ber deriye wargehê dan rawestandin. Ne li keştiyê, ne li bêndergehê û ne jî li Mersîn tu parastin tunebû. Nêzî 400 xwendekarî di heman keştiyê de anîn. Midurê wargehê ku bi me re hat nekirin qarantînayê wî berdan. Pêwîstiyên me tam nayên bersivandin. Nanê ku didin pir biçûk in û mirov jê têr naxwe. Vexwarinên germ tunene. Damacanekî danîne qorîdorê herkes jî wî avê vedixwe. Ev qet tendurist e. Lewre heke kesel ni vîrusê ketibe dê ji wî derbasî kesên din jî bibe. Walî gotiye ku me di testan de derbas kirine. Lê em di tu testî de nehatin derbaskirin. Tenê duh serê sibehê hatin agirê me pîvan.   PÊWISTIYAN NABERSIVÎNIN   Xwendekarekî din jî da zanîn ku ji ber ku seferên balefiran betla bûne wan b idare zorê bi keştiyeke bar anîne Mersînê. Xwendekar diyar dike ku ji wan re negotine dê wan bikin qarantînayê û tu pêwistiyên wan nayên bersivandin.