Dozger bi daxwaza girtinê Hevşaredara Yenîşehîrê Diken sewqî dadgehê kir 2020-03-24 12:06:53   AMED - Dozgerê Komarê îfadeya Hevşaredara Yenîşehir a Amedê Belgîn Diken ku 4 meh berê ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ve ji peyvirê hatibû girtin, girt û bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê kir.    Hevşaredara Navçeya Yenîşhîrê ya Amedê Belgîn Dîken, duh hat binçavkirin û îro sewqî dozgeriyê kirin. Dozger jî bi daxwaza girtinê Dîken sewqî Dadgeha Cezayê Sûlhê kir. Wezîrê Karê Hûndir, di 13’yê Mijdara 2019’an de qeyûm tayînê şûna Hevşaredara Navçeya Yenîşhîrê ya Amedê Gelgîn Dîken kir. Piştî 4 mehan, duh di çarçoveya du lêpirsînên cuda yên bi îdîaya “endamtiya rêxsitinê” debarê Dîken hatibûn vekirin de, polîsan bi ser mala wê de girtibûn û Dîken binçav kiribûn.