Hejmara weqayên vîrusa koronayê nêzî 400 hezarî bû 2020-03-24 12:21:36 NAVENDA NÛÇEYAN – Li seranserê Cîhanê hejmarê kesên ku ji ber vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane ji 16 hezarî û hejmara kesên ku pê ketine jî 382 hezarî derbas kir. Malpera înternetê ya bi navê "worldometers" daneyên dawîn ên vîrusa koronayê weşand. Malperê ragihand ku ji 24’ê adarê ve 16 hezar û 538 kesan ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest dane û 382 û 126 kes jî bi vîrusê ketine. Hin geşdanên 24 saetên dawîn ên vîrusa koronayê ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ku wê weke şoba global îlan kiriye, li seranserê cîhanê wiha ne:   TIRKIYE: 7 KESÊN DIN JÎ MIRIN   Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, diyar kir ku 7 kesên din jî ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest dane û got ku bi vê yekê re hejmara miriyên vîrusa koronayê derketine 37 kesan. Koca, destnîşan kir ku 293 kesên din jî bi vîrusê ketine û hejmara kesên bi vîrusê ketine derketiye hezar û 529 kesan.   ÎTALYA: ENCAM GIRAN DIBE   Li Îtalyayê di 24 saetên dawîn de 601 kesên din jî bi vîrusê jiyana xwe ji dest dan. Bi vê yekê re hejmara kesên ku ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest dane li welat derket 6 hezar û 77 kesan. Hejmar weqayên vîrusê jî gihîşt 63 hezar û 927 kesan.   ÎRAN: TESTA 19 NÛÇEGÎHANA POZÎTÎF DERKET   Li Îranê 127 kesên din jî li hejmara miriyên vîrusê zêde bû û hejmara miriyan derket hezar 812 kesan. Testa 19 nûçegîhanên Saziya Radyo û Televîzyonan a Îranê (IRIB) jî pozîtîf derket. Li paytext Tehranê vekirina kargehan hat qedexekirin.   ÇÎN   Li Çînê ku şoba li peyda bû hejmara weqayan gihîşt 81 hezar û 171 kesî. 7 kesên din jî li welat mirin û hejmara miriyên vîrusê derket 3 hezar û 277 kesan.   AMERÎKA: SERWÎSA NEPEN WEQEYEK DIN TESPÎT BÛ   Li Amerîkayê her ku encamên vîrusê girantir dibin. Li welat 46 hezar û 145 weqayên vîrusê hene û 582 kesan jî ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest daye. Li Serwîsa Nepen a ji ewlehiya Serok Donald Trûmp û malbata wî berpirsyar jî weqeyek din a vîrusê hat tespîtkirin.   ALMANYA: TESTA MERKEL NEGATÎF DERKET   Li Almanyayê hejmara weqayên vîrusê ji 29 hezarî derbas kir û hejmara miriyan jî gihîşt 123’an. Testa Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel jî negatif derket. Lîjneya Wezîran, pakêta kemkirina bandora vîrusê ya li ser kesan û şîrketan a 750 milyar eûroyî erê kir.   ÎSPANYA: 2 HEZAR Û 311 KES MIRIN   Li Îspanyayê hejmara miriyên vîrusê di rojekê de 462 kes zêde bûn û gihîşt 2 hezar û 311 kesan. Li Madrîdê ji ber ku definkirina miriyan sekînî biryar hat dayîn ku cenaze li pîstên bûzê bên rawestandin.   MISR: FERMDAREK ARTÊŞÊ MIR   Li Misrê ji ber vîrusa koronayê fermandarekî paye bilind ê Artêşa Misrê jiyana xwe ji dest da.   AVUSTRALYA   Li Avûstralyayê jî briyar hat dayîn ku ji bilî cihên ku pêwîstiyên zarûrê lê tên bersivandin hemû kargeh bên girtin. Li welat heta niha 7 kesan jiyana xwe ji dest daye û hejmara weqayên vîrusê jî derketiye hezar û 609 kesan.