Kaya hat berdan, hefsa malê dan Dîken 2020-03-24 12:53:19   AMED – Hevşaredara Navçeya Yenîşehîrê Belgîn Dîken a qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin û piştî 4 mehan hatibû binçavkirin bi biryara hefsa malê hat berdan. Hevşaredarê Erxenî Ahmet Kaya jî hat berdan.    Li ser fermana Wezareta Karê Hundir di 13’ê mijdara 2019’an de Hevşaredara Navçeya Yenîşehîra Amedê Belgîn Dîken ji wezîfeyê hatibû girtin û qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin. Dîken a biryara binçavkirinê derbarê wê de hebû piştÎ 4 mehan duh bi angaşta “Endama rêxistinê ye” hatibû binçavkirin. Dîken a ji Emniyeta Amedê îro birin Dadgeha Amedê û bi biryara qedexeya derketina derveyî welat û hefkirina malê hat berdan. Dê kelemçeya elektronîk li piyê Dîken bê xistin û li malê were hefskirin.    KAYA HAT BERDAN    Her wiha duh li ser fermana Wezareta Karê Hundir, Hevşaredarê Navçeya Erxenî ya Amedê Ahmet Kaya jî bi angaşta “Endamê rêxistinê ye” hatibû binçavkirin û pişt re ji wezîfeyê hat girtin û qeyûm tayînî şûna wî kiribûn. Kar û barên îfade dayîna li Emniyeta Amedê bi dawî bûn û Kaya birin Dadgeha Amedê. Kaya bi biryara şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derveyî welat hat berdan. Hat zanîn ku di îfade girtinê de “Bernameya danasîna namzetên hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê ya HDP’ê, Newroza 2019’an, çalakiyên şermezarkirina tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, daxuyaniya çapemeniyê ya li avahiya KCD’ê, taziyeya Zulkuf Gezen ê li girtîgehê dawî li jiyana xwe anî, bernameyek li avahiya HDP’ê û parvekirinên li ser medya civakî” ji Kaya hatine pirsin.