Safa: Ji ber min daxwaza cîgirê walî red kir hatim binçavkirin 2020-03-24 13:01:25   ÎDIR - Hevşaredarê bajaroka Xalfelî Hasan Safa yê Qeyûm tayînî şûna wî hat kirin û hat binçavkirin, diyar kir ku ji ber daxwaza cîgirê walî red kir hat binçavkirin.    Duh Hevşaredarê HDP'î yê Xalfeliyê Hasan Safa qeyûm tayînî şûna wî hat kirin û piştre hat binçavkirin. Parêzerê Safa diyar kir ku Sefa ji ber dosyayek berê hatiye binçavkirin û 4 rojan binçavkirina wî hatiye dirêjkirin. Prz. Haydar Mızrak, li Fermandariya Cendirmeyan a Îdirê bi Safa re hevdîtin kir û diyar kir ku Safa anîye ziman ku ji ber daxwaza cîgirê walî yê Îdirê red kiriye ji peyvirê hatiye girtin û hatiye binçavkirin.