Li dijî covît-19'an banga ‘Ji bo zarokan tahliye ji bo jiyanê ronahî' kirin 2020-03-24 13:30:41   AMED – Parêzer û Navenda Mafê Zarokan a Baroya Amedê li dijî vîrûsa corona (Covît-19) bi  video banga “Ji bo zarokan tahliye û ji bo jiyanê rohanî" kirin.    Vîrûsa corona li Tirkiye û tevahiya cîhanê belav dibe.  Li seranserê Cîhanê hejmarê kesên ku ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest dane ji 16 hezarî û hejmara kesên ku pê ketine jî 382 hezarî derbas kir. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ev vîrûs weke şoba global (Pantemî) îlan kir. Parêzer û Navenda Mafê Zarokan a Baroya Amedê li dijî vîrûsa corona (Covît-19) bi  video banga “Ji bo zarokan tahliye û ji bo jiyanê rohanî" kirin.    Serokê Baroya Amedê Cihan Aydin, Serokê Navenda Mafên Zarokan ê Baroyê Mehmet Emin Çoban, Endamên Rêveberiya Baroyê Gazal Bayram, Muhlis Ugurgul û Parêzer Emîn Gun, Berçem Sancar, Omer Sansarkan û Berfin Dayan, Gamze Pamuk Ateşli û Hatice Demir, bi rêya video peyam şandin û xwestin zarokên girtî bêne berdan. Serok, rêveber û endamên Baroya Amedê û rêveberên Navenda Mafê Zarokan a Baroya Amedê, di banga bi vîdeo de bal kişandin ser rewşa zarokên li girtîgehê û anîn ziman ku şert û mercên girtîgehê li dijî vê şewbê ne guncav e û xwestin zarok bên perdan û mafê jiyanê bê  parastin. Rêveberan xwest bi awayekî demildest zarok bêne parastin û mafê zarokan ê tenduristiyê bê parastin. Parêzeran xwest wezareta dadê li dijî mafê zarokan bêtir hestiyar tev bigere demek berî demekê zarokan serbest berdin.    Parêzeran bi kurdî û tirkî vîdeo belav kirin û daxwazên xwe yên berdana zarokan anîn ziman.