‘Bloka AKP-MHP’ê rûyê xwe rastî carek din nîşan da’ 2020-03-24 13:34:07   BEDLÎS / ÎDÎR – Serokê Rêxsitina HDP’a Bedlîsê Rûmet Dûrsûn diyar kir ku tevî gefa vîrûsa koronayê jî tayînkirina qeyûman rûyê rastî yê bloka AKP-MHP’ê derxist holê. Hevserokê HDP’a Îdirê Haydar Mizrak jî got ji bo qeyûman hêncet hatine çêkirin.    Serokê Rêxistin HDP’ê ya Bedlîsê Rûmet Dûrsûn û Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Îdirê Haydar Mizraki bertek nîşanî tayînkirina qeyûmên ser şaredariya Êlih, Farqîn, Licê, Erxenî, Gêl, Norşîn, Halfelî û Ciwanîka dan û diyar kirin ku îqtîdar li şûna ku bi vîrûsa koronayê ya gefê li dinyayê dixwe têbikoşe li dijî kurdan operasyonên qirkirina siyasî didomîne.    ‘RÛYÊ XWE RASTÎ CAREK DIN NÎŞAN DA’    Rûmet Dûrsûn da diyar kir ku tayînkirina qeyûman rastiya faşîzma bloka AKP-MHP’ê derxistiye holê û got: “Ji ber vîrûsa koronayê valahiyek çêbûbû û xwestin bi vê operasyonê destekftiyên kurdan desteser bikin. Ev qirkirina siyasî ye. Hemû dewletên dinyayê di rojên ku li dijî vîrûsê têdikoşin de faşîzma AKP-MHP’ê li di nava hewldana tunekirina kurdan de ye. Di vê êrîşa li dijî vîna gelê me pêk hatiye de pir eşkere faşîzma bloka AKP-MHP’ê rûyê xwe rastî carek din da nîşandan. AKP bi tayînkirina qeyûman dixwaze rojevê biguherîne. Şewbek giran heye, îqtîdar vê vedişêre. Şaredariyên me ew şaredariyên mînak bûn ku li dijî vîrûsê têdikoşin. Tevî hemû êrişên bloka faşîst jî em ê li her deverê xebatên xwe bidomînin.”    ‘DI SERDEMEK WIHA DE KETINE PEY NENASÎNA VÎNA KURD’    Hevserokê Rêxistina HDP’a Îdirê Haydar Mizrak jî da zanîn ku operasyon desteserkirin îradeya gelê kurd a ji aliye AKP’ê ve pêk tê didome û got: “Qeyûmên wan ne hiqûqî ne. Di serdemek ku herî zêde pêdivî bi hevkirina civakî heye, lê îqtîdara despotîk a AKP-MHP’ê neguheriye û carek din rûyê xwe faşîst nîşan da. Hemû dinya li dijî şewba gerdûnî ku tune bike aqlê xwe yê hevpar û hemû derfetên xwe xistine meriyete, lê feraseta AKP’ê ya ji zanistê dûr di serdemek wiha de li dijî gelê kurd nenasîna îradeyê daye destpêkirin. Em sepana desteserkirin îradeya xwe nas nakin. Em vê feraseta mehkûm dikin. Ji hêncetên pûç sedeman derxistine û dixwazin hevşaredarên me bidarizînin. Feraseta AKP ne bi rastiyê bi hêncet û bahaneyan hiqûqê bikar tîne. Em vê ferasetê şermezar dikin.”