Ji Aydenîz bang: Dernekevin kuçeyan 2020-03-24 13:38:40   NAVENDA NÛÇEYAN – Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, li ser navê Koordînasyona Qrîzê ya KCD’ê banga derneketina kuçeyê li gel kir û ev tişt got: “E di baweriyê de me ku heke em piştevaniya hev bikin û guh bidin qêrîna hev dê em ê div ê pêvajoyê de bi ser kevin.”   Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, li ser navê Koordînasyona Qrîzê ya kongreya Civaka Demokratîk (KCD), têkildarî bergiriyên vîrusa koronayê peymakî bi dîmen weşand. Aydenîz, diyar kir ku her roj hejmara kesên ku bi vîrusa koronayê dikevin 2 qat zêde dibe û wiha got: “Li dijî vê yekê divê bergirî bên girtin. Lê hikûmet di mijara bergiriyan de qels dimîne. Ji ber ku bergirî ne zelal in, bi awayekî wekhev pêk nayên û gel nayê fikirîn her roja ku derbas dibe windahiyên me zêde dibin.”   ‘EM GELEKÎ XWEDÎ EZMÛN IN’   Aydenîz, xwest ku koordinasyona wan bê şopandin û pêşniyar û hişyariyên wê bên guhdarkirin û ev tişt anî ziman: “Em weke gelê kurd bi dehan caran bi karesetan re rû bi rû mane. Di van karesetan de me piştevaniya hev kiriye, li cem hev sekinîne, destê xwe dirêjî hev kiriye û di van mijaran de xwedî ezmûn in. Em dixwazin bi bîr bixin ku em têra xwe hene û dikarin di vê vîrusê de bi ser kevin. Niha tişta girîng divê em vê vîrusê derbasî hev nekin û neçarin xwe, derdora xwe, hezkiriyên xwe û gelê xwe biparêzin.”   ‘PÊR KÊM DERKEVIN DERVE’   Di berdewam axaftina xwe de Aydenîz, bal kişand ser bergiriyên ji bo vîrusê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bergiriya herî girîng derneketina kuçeyê ye. Dibe ku karên me yên lezgîn li derve çibibe. Lê divê em ji bo van karên xwe pêr kêm derkevin derve. Em ji gelê xwe rica dikin ku heta karekî wan ê pir lezgîn çinebe dernekevin derve. Belê, di pêvajoyên wiha zor de pêwîstiya mirov bi hev heye. Pêwîstiya mirov bi piştevaniyê heye. Divê ku gelê me tu carî cîran, derdora xwe bi tenê nehiştiye. Em bawer dikin ku dê ji niha şûn ve jî nehêle. Beriya her tiştî divê em ji bo tenduristiya xwe û zêdenebûna mirinan dernekevin derve. Em ji gelê xwe rica dikin ku dernekeve derve û xwe ji vîrusê biparêzin.”