Li Hewlêrê di 6 kesên din de vîrûs hat dîtin 2020-03-24 13:39:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di xwîna 6 kesên din de vîrûsa korona hatiye tespîtkirin.   Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku li Hewlêrê 6 kesên din bi vîrûsa korona ketin. Li gorî daxuyaniyê ji wan 2 zarokên temen 1 û 9 salî ne. Herwiha 3 jî jin in. Heta niha bi giştî li Herêma Kurdistanê 91 kes bi vîrûsa korona ketine û 2 kesan jî jiyana xwe ji dane.