Li Enqereyê nêzî 20 kuçik mirî hatin dîtin 2020-03-24 14:00:48   ENQERE - Li Enqeeyê 15-20 mirî di poşetan de hatin dîtin. Cîgirê Serokê HAYKONFED'ê Haydar Ozkan, xwest der barê kuştina kuçîkan de lêpirsîn bê destpêkirin û kesên berpirsiyar bên darizandin.    Li taxa Încek a Golbaşi ya Enqereyê 15-10 kuçik mirî di poşetan de hatin dîtin. Têkildarî mijarê Cîgirê Konfederasyona Mafê Jiyana Sewalan (HAYKONFED) Haydar Ozkan, diyar kir ku kuçikên mirî xistibûn nava poşetên reş û avêtibûn taxê û wiha got: "Kesê sewalparêz Nihan ev kuçikên mirî yên di poşetan de ferk kir. Piştre em gihiştin hawara hevalê xwe. Piştre em li Midûrê Xweza û Parkên Millî geriyan. Me agahiya midûriyeta polîsan û şaredariya bajarê mezin jî pê çêkir. Em dixwazin kesên berpirsiyar bên dîtin, darizandin û cezakirin."