Rewşa Helîn Bolek û Îbrahim Gokçek ên di rojiya mirinê de ne xerab e 2020-03-24 14:50:52 STENBOL - Rewşa endamên Koma Yorum  Helîn Bolek û Îbrahim Gokçek ên di rojiya mirinê de ne, xerab dibe. Dayika Bolek Aygul Bîlgî, diyar kir ku zarokên wan ber bi mirinê ve diçin û xwestin bi lezgîn tiştek bê kirin û banga piştevaniyê kirin.  Endamên Koma Yorum Helîn Bolek û Îbrahim Gokçek, li dijî binpêkirina mafan û ji bo parastina mafê xwe yê darazî çandî biparêzin di rojiya mirinê de ne. Helîn Bolek li "Mala Berxwedanê" ya li Sariyerê 278 roj, Îbrahîm Gokçek jî 281 rojin di rojiya mirinê de ye. Rewşa wan her ku diçe xerab dibe. Bolek û Gokçek, Dayika Helîn Bolek Aygul Bîlgî, diyar kir ku rewşa keça wê û Îbrahim her ku diçe giran dibe û wiha got: "Di rojên dawî de Bolek û Gokçek verdişin. Berê jî verdişiyan. Lê piştî bi zorê mudaxale kirin verşiya wan zêde bû. Hevsengiya wan xera kirin. Bêtir westiyan. Zarokên me roj bi roj nêzî mirinê dibin. Kes naxwaze dengê me bibhîze. Guh ker çav kor bûne. Bi taybeti piştî vîrûsa corona bêtir dengê me nayê bihîstin. Zarokên me bêtir nêzî mirinê dibin. Em banga piştevanî û şewirmendiyê dikin.