UNICEF: Rawestandina stasyona Elok 460 hezar mirovî dixe xeteriya koronayê 2020-03-24 15:05:12 NAVENDA NÛÇEYAN - UNICEF, hişyarî derbarê rawestandina stasyonê avê ya Elokê da û got, rawestandina stasyonê jiyana 460 hezar kes dixe xeteriya koronayê. TSK û komên çekdar ên girêdayî wê piştî ku herêma Serêkaniyê ya bakurê Sûriyê dagir kirin dest danîn ser stasyona avê ya Elokê ya avê didin bajarê Hesekê û navçeya Til Temirê û bajarokên girêdayî wê û stasyon rawestand. Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) li ser mijarê daxuyanî da û got: "Carek din stasyona Elokê ya li bakur û rojhilatê Sûriyê hate rawestandin.Qurtkirina avê xebatên pêşlîgirtina belavbûna vîrûsa koronayê sînordar dike û zarok û malbatên wan dixe xeteriyek ku nayê qebûlkirin. Şûştina destan li dijî nexweşiya Covid 19 pêwîstiyeke girîng e."   UNICEF'ê di daxuyaniyê de anî ziman ku stasyona Elok çavkaniya sereke ya avê ji derdora 460 kes ji bajarê Hesekê, Til Temir, kampên Hol û Erîşê re ye û wiha domand: "Peydabûna ava paqij mijareke girîng e ji bo parastina zarokan û malbatên wan ji nexweşiyan. Divê heta rojekê zarokek bê ava paqijî nejî. Ava paqij û şûştina destan jiyanê rizgar dike. Bikaranîna stasyonên avê ji bo destkeftiyên siyasî û leşkerî nayê qebûlkirin. Di serî de zarok azarên vê yekê dikşînin."