MSD’ê têkildarî vîrûsa corona hişyarî kir 2020-03-24 15:16:48 NAVENDA NÛÇEYAN - MSD’ê der barê berdewama vekirina sînorê Sûriyê yên bi dewletên cîran û herêmê re ku vîrusa corona lê belav bûye mîna Îran û Tirkiyê, hişyarî kir. MSD’ê anî ziman ku vekirina van sînoran dê bi xwe re xetereyê bîne ser gelê Sûriyê û bi taybet herêmên bakurê Sûriyê.    Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), têkildarî vekirina sînorên Sûriye û Tirkiye û Iraqê daxuyaniyek weşand. MSD'ê di daxuyaniyê de bal kişand ser  talûkeya vekirina deriyên sînor û wiha got: "Der barê berbelavbûna lezgîn a vîrusa Koronayê li tevahî cîhanê û xeteriya wê li ser mirovahiyê, li gel ragihandina hikumeta Sûriyê ya yekemîn rewşa pêketina vîrusê ku ji derveyî welat hatiye, her wiha girêdana xurt a hikumeta Sûriyê bi Îranê û hiştina tevgera balafirgehan û vekirina sînor bi dewletên cîran re dê xetereyeke mezin li welat pêk bîne, bi taybet jî tevahî lêkolînên bijîşkî li ser vê vîrusê heta niha piştrast dikin ku di gewdeya mirov de bêyî eşkerekirina diyardeyên zû 2 hefteyan dimîne."    MSD'ê anî ziman ku vîrus li Tirkiyê belav dibe û vekirina derî ax û gelê Sûriyê jî dixe bin talûkeyê û wiha got: "Hin metirsiyên cidî der barê negirtina desthilatên dewleta Tirk a bergiriyên guncaw ên parastina herêma Efrînê ku berê bi awayekî sîstematîk şêniyên wê hedef girtibûn, her wiha Girê Spî, Serêkaniyê, Cerablus, Ezaz û Idlibê jî hene. Li aliyekî din jî metirsiyên cidî der heqê pêkanîna careke din a desthilatên Tirkiyê ya qutkirina avê li ser bajarê Hesekê bi destpêkirina pêkanîna bergiriyên qedexeya derketina derve re, hene. Liv û tevgera di navbera bajarok û bajarên Sûriyê de hê jî heye, bi wê re ihtîmala belavbûna vîrusê li tevahî Sûriyê bi taybet kampên penaber û koçberan ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde ye."    MSD'Ê BANG LI HIKÛMETA SÛRIYÊ KIR   MSD'ê bang li hikûmeta Sûriyeyê jî kir û wiha got: Têkildarî agahî û detayên heyî, ji ber ku jiyana mirovên Sûriyê bihatirîn e û her wiha da ku parastina aştî û tenduristiya welatiyên Sûriyê bikin, em wek MSD bang li hikumeta Sûriyê dikin ku bi rihê berpirsyarî û zelalbûneke giştî der barê vê yekê de tev bigerin û bi Desteya Tenduristî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hevkar bin û bang li tevahî sûriyan dikin ku her tiştî ji bo pêşîlêgirtina berbelavbûna vê krîzê li welêt pêk bînin.   MSD'Ê BANG LI NY'Ê KIR    Li aliyekî din jî bang li NY’yê û tevahî rêxistinên wê dikin ku bi erkên xwe yên mirovî der barê kampan de rabin, xebata vekirina dergehên sînor li pêş alîkariyên mirovî û bijîşkî bi taybet dergeha Yeirûbiyê bikin. Her wiha bang li rêxistinên navneteweyî yên pêwendîdar dikin ku bi erkên xwe yên exlaqî û mirovî der heqê pêşkêşkirina pisporî, alîkariyên bijîşkî yên guncaw ku li hember berbelavbûna vê krîzê li Sûriyê bisekinin de, rabin.   MSD'ê herî dawî xwest tevahî saziyên wê yên pêwendîdar pêngavên hişyariyê pêk bînin û wiha bang li şêniyan kir: "Em bang li şêniyan dikin ku li gorî biryarên Rêveberiya Xweser û saziyên wê li ser vîrusê tev bigirin û tevahî rêbazên parastin û xweparastinê pêk bînin."