HDP'ê ji bo rojnamegeran xwest komîsyona lêkolînê bê avakirin 2020-03-24 15:51:50   ENQERE - Parlamentera HDP'ê Şevîn Coşkun, bal kişand ser gefa vîrûsa corona ya li dijî rojnamegeran û xwest ji bo rojnamegeran komîsyona lêkolînê bê avakirin.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mûşê Şevîn Coşkun, diyar kir ku piştî vîrûsa corona belav bû, yên herî zêde di bin rîskê de ne rojnameger in û xwest ji bo parastina rojnamegeran komîsyona lêkolînê bê avakirin. Coşkun, anî ziman ku ji bo tenduristî û ewlehiya rojnamegeran bê parastin û gel bi awayekî tenduristî agahiyan bi dest bixe xwest Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê bê avakirin. Şevîn bal kişand ser rewşa rojnamegerên girtî jî û xwest hemû rojnamegerên girtî yên di bin rîska vîrûsa corona de ne serbest bêne berdan.